Civak

Perwerdekarên Kurdistanê yekitiya xwe avadikin

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê, bi mebesta gengeşîkirina pêşeroja xwe û modela birêxistinbûnê; di 8ê Çiriya Paşîn a 2014an de li Amedê, li salona Odeya Mihasîbên Serbest û Mişawirên Darayî civînek lidarxist.

Civîn, bi axaftina Seîd Veroj ku yek ji endamê birêvebirina hewldana perwerdekaran bû, destpêkir. Veroj, di destpêka axaftina xwe de li ser sedemên ku ew çima di nav lêgerîneke wiha de ne sekini û anî ziman ku pêwistî bi rêxistineke perwerdekaran a bikaribe bi hestên Kurdistanî tevbigere û wek armanceke serekî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî  bike,  heye. 

Veroj, di berdewamiya axaftina xwe de got ku wan ji Adara 2014an û vir de dest bi xebatan kiriye û çendin civîn lidarxistine. Piştî wan civînan jî biryar dane ku di vê civînê de şêweyê xwebirêxistinkirinê bigihîjînin encamekê.

Piştî axaftina Veroj, ji bo cangoriyên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidestdane deqiqeyek rêz hate girtin,  sirûda neteweyî Ey Reqîp hate xwendin û dîwanek hate hilbijartin.

Dîwana ku hate hilbijartin rojeva ku hatiye pêşniyarkirin xwend û pêşkêşî raya beşdarên civînê kir. Ev rojev hate pejirandin û nîqaşên derbarê şêweyên xwebirêxistinkirina Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê destpêkirin. Perwerdekarên ku beşdarî civînê bûne, di vê derbarê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Di axaftin û pêşniyarên beşdarên civînê de du modelên xwebirêxistinkirinê derketin pêş. Ji wan pêşniyaran yek ew bû ku perwerdekarên Kurdistanê di nav komeleyan de xwebirêxistin bikin û pêşniyara din jî bila hewladana perwerdekarên Kurdistanê wek tevgerek bimîne, bû.

Di dawiya gengeşiyên li ser van her du modelan de, beşdarên civînê lihevkirin ku ev hewldana perwerdekaran ji bo kamilkirin û geşkirina vê pêvajoyê heta demekê din jî wek Hewldana Yekîtiya Perwerdekaran karên xwe bidomîne û paşê li gor rewş, hêz û daxwaza beşdaran ger pêwîst be dezgehekî dinê bê avakirin. 

Di dawiya civînê de lijneyek ku ji neh kesan pêk tê hate hilbijartin. Dê ev lijne bikaribe  têkiliyan ligel perwerdekaran û saziyên din deyne, xebatên ku pêwîst dibîne lidarbixe  û civînan bi piştgirên Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê re lidarbixe, cihekî ku lê xebatên xwe bimeşînin bibîne û ji xwe re budçeyekê çêbike.  

 

10.11.2014

Hewldana Yekîtiya Perwerdekarên Kurdistanê 

Back to top button