Pêngava nû ya Iraqê ji bo ewlehiya sînor

Serokwezîrê Sûdanî roja Çarşemê serpereştiya civîna heftane ya Encûmena Asayişa Niştimanî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya ewlekariya welat û mijarên girîng ên di rojevê de hatin nirxandin û di derbarê wan mijaran de biryar û pêşniyarên pêwîst hatin diyarkirin.
Daxuyaniyên piştî hevdîtinê ji aliyê Berdevkê Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Sabah en Numan ve bi raya giştî re hatin parvekirin.
Di hevdîtinê de tedbîrên ji bo bihêzkirina ewlehiya sînorên navdewletî yên Iraqê û piştevaniyên di vê derbarê de hatine kirin hatin gotûbêjkirin.
Her wiha “Stratejiya Rêveberiya Sînor a Neteweyî” ku ji bo piştgirî û pêşxistina sînorên bejayî û deryayî yên Iraqê hatiye amadekirin, bi berfirehî hat gotûbêjkirin.
Numan armancên sereke yên vê stratejiyê wiha rêz kir:
- Xurtkirina ewlehiya neteweyî,
- Sazkirina rênîşandan û prosedurên ji bo saziyên ku ji rêvebirin û parastina sînoran berpirsiyar in,
– Piştrastkirina pabendbûna Iraqê bi rêkeftinên navdewletî,
– Dabînkirina hevsengiyê di navbera ewlehiya sînor de û hêsankirina geşt, geştyarî, bazirganî û veberhênanê.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku ji bo nûjenkirina deriyên sînor û zêdekirina ewlehiya sînor dê gavên pêwîst bên avêtin.
Her wiha di civînê de mijara rûbirûbûna tundrewiyê û bihêzkirina hewlên nûjenkirina derûnî, civakî û rewşenbîrî hate gotûbêjkirin.
Nûman diyar kir ku dê di vê mijarê de bi piştgiriya saziyên pêwendîdar mekanîzmayên xebatê yên taybet bên meşandin. Hate tekezkirin ku ev mekanîzma dê di misogerkirina pêkvejiyana civakî û nehiştina meylên tundrew de roleke girîng bilîzin.
Di civînê de her wiha tedbîrên ewlehiyê û planên ku dê di meha Remezanê de bên cîbicîkirin hatin gotûbêjkirin.