Penaberê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Behroz Boçanî, ku 6 sal in li Girava Manûs a Okyanûsa Pasîfîk di girtîgehê de maye, li Parlamentoya Ewropayê li ser pirsa Kurd pêşkêşîyek kir.
Behroz Boçanî, penaberê Kurd ê bi navê Behroz Boçanî, ku li girava Manus a Okyanûsa Pasîfîkê di zindanekê de hatibû girtin.
Boçanî ku bi pirtûka xwe No Friends Except the Mountains bal kişandibû ser xwe, 6 sal berê bi keştîyê gihîştibû Awûstralyayê, lê berî ku lingê xwe bavêje axa sereke ji alîyê hikûmeta Awûstralyayê ve ji bo kampa girava Manus hatibû şandin. Behroz Boçanî, 6 sal piştî binçavkirina xwe ya li wir di 6ê Hezîranê de ji bo Parlamentoya Ewropayê hat vexwendin, di pêşkêşîya li parlamentoyê de nêrînên xwe yên li ser pirsa Kurd anî zimên.
Behroz Boçanî ku li Îlama Rojhilat ji dayik bûye, di sala 2013an de li ser Whatsapp û telefonê vîdeo tomar kir û bi pirtûka xwe ya bi navê “Ne heval, tenê çiya” xelata Wêjeyî ya Victoria ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên Awustralya ye wergirt.