Nivîsar

PKK ê ala spî bo AKP ê hejand!

Hilbijartinên parlamento û serokomariyê yên di meha Gulanê de li Tirkiyeyê hatin kirin, weke rojeveke girîng niqaş li ser tên kirin. Navê din ê ku beşdarî nîqaşê bû yek ji rêveberên PKK ê Mûrat Qarayılan e. Qarayilan di axaftina xwe de eşkere û nerasterast got ku ew ji bo pêvajoya çareseriyê ew amade ne. Qarayılan dema ku ala spî li hember AKP ê ba dikir heman wext banga çareseriyê ji AKP ê re dikir. 

Di her du hilbijartinên meha Gulanê de li Tirkiyê pêk hatin, CHP û Kiliçdaroglu, ku PKK ê eşkere û nerasterast piştgiriya wan dikir, têk çûn. Tevî ku çend roj di ser hilbijartinê re derbas bûne jî li ser navê KCK û PKK ê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Balkêş bû ku PKK ya ku di derbarê firîna çûkekê de jî daxuyanî dida, li hember rojeva xwe ya hilbijartinê pirr bêdeng ma. Wisa xuya ye ku PKK û KCK hê jî, ji cihên pêwendîdar tu ferman ne wergirtine û ne xwedî nêrîneke hevbeş e. Ji bilî vê, hîn jî di nava xwe de jî ne xwedî yek nêrînekê ye.

Pêwîstiya PKK bi agirbestê heye

Li gor plana PKK ê teqez dê Kiliçdaroglu ser biketa. Ya rastî ev ne tenê senaryoya PKK ê bû, senaryoya baskên nava dewleta Tirk û hin navendên hêzên siyasî yên cîhanî jî, bû. PKK ê li gorî vê yeke tevgeriya. Li gor PKK ê Kiliçdaroglu dê bi ser bikeve û operasyonê li ser wan rawestîne û li hember wê jî PKK dê agirbestê dirêj bike. Da hevdîtin despêkin. Ew Fîlma agirbest û bêçalakî yê, ya piştî sala 2004 an wê bihata temaşe kirin..

Divê demildest were zanîn ku agirbest bû rewşa PKK ê ya niha jiyanî ye. Ji ber ku PKK di babetê leşkerî de di nava tengasiyeke mezin de ye. Li herêma Behdînan gerîla tenê li Garê asê bûye. Li aliyê din Qendîl nikare weke salên 2000 î bibe navenda perwerde û siyasetê; ji ber êrîşên hewayî. PKK niha tenê dikare li herêma Qendîl-Asos-Şarbajêr bimîne. Mîna berê nikare navendên siyasî ava bike. Piraniya karên bi vî rengî li Rojava û derdora Mexmûr û Silêmaniyê dike.

Tevgerên weke PKK ê hertim pêwîstî bi cephek paş heye. Ji ber van sedemên ku me li jor behs kir, PKK niha pir lawaz e. Ji ber vê yekê pêwîstiya wê bi agirbestê heye.

PKK ê ji bo ku kadroyên xwe motîve bike jî pêdivî bi agirbestê heye. Ya rastî ji sala 2000 î ve bi gotina “va çareserî pêş ket an em ê ji çiyê dakevin” xebatkarên xwe motîve dikir û nedihişt ku rêxistin perçe bibe. Di vî warî de PKK di van salên dawî de rastî pirsgirêkeke giran tê. Agahiyên ku belav bûyî de, dibêjin ku di navbera PKK ê de nakokîyên dijwar hene. Yanî eger îsal agirbest çênebe wê PKK hîn zêdetir têk biçe.

PKK dixwaze rola hakem bilîze

Piştgiriya bêberamber a HDP ê ya ji bo Kiliçdaroglu projeya PKK ê bû. Stratejiya serdema hilbijartinê bi tevahî ya PKK ê bû. Lewma têkçûna di hilbijartinên Tirkiyê de di rastiyê de têkçûna PKK ê ye. Jixwe ev têkçûn îflasa paradîgmaya PKK ê dîyar dike.

Lê belê PKK ê ji xeynî axaftinên wek “em ê laîqî gel bin” xwe rexne nekir û nake jî. rexnedan bi rastîya wê ya ontolojîk re nagunce. Ji ber vê sedemê di dema hilbijartinê de ji PKK ê nayê hêvîkirin ku xwe rexne bike. Loma jî encamên hilbijartinên Tirkiyeyê nanirxîne, da ku nebe hevpişkê binketin ê. Yanî li ber çavê raya giştî naxwaze tevlî kaosa heyî bibe. Partiyên di nava HDP ê de wê li hev bikevin, dema pêwîst bike PKK jî wê xwe bi her kesî ve girê bide.

Rêvebirên PKK ê her çendî nerîneke fermî nebêjin jî, li gorî daxuyaniyên topên giran ên weke Qarasû, Kalkan û Qarayılan, PKK wê têkçûna hilbijartinê asayî bibîne. Lê beriya her tiştî girseya PKK ê û civaka ku bandorê li wan dike, li bendê ne ku KCK û PKK xwedî li daxuyaniyê derkevin. Ji ber ku di dawiya 40 salan de Kurd ji hev belavin û di dûv çepên tirk û baskên dewletê de dixirikin.

Qarayilan bi lez çerx kir

Rêveberê PKK ê û Fermandarê navenda parastina Gel Qarayilan daxuyanî da. Qarayılan di 1 ê Hezîranê de ji kanala PKK ê ya Ewropayê Sterk TV re axivî û got, bi awayekî em ji her tiştî re amade ne, gûlupa kesk ji AKP ê re lêda.

Her wiha Qarayılan got, “Mûxatabê pirsgirêka Kurd dewlet e, ne partî ne. Yanî muxatabê me dewleta tirk e. Ji bo vê jî pirsgirêka me ya dijminatî û dostaniyê ne bi partîyan ra ye bi sîstemê re ye. Ji ber ku muxatabên me zelal in. Mînak ger niha hikûmet bihata guhertin jî da li pêşiya me heman pirsgirêk hebûya. Ev polîtîkayeke dewletê ye.” Belê, ev gotin rast e. Wê demê çima PKK ê Kurdan ji sala 2015 an ve ber di de AKP?  Her wiha PKK ye ku dibêje “ger Erdogan here wê pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Vê têgihiştinê PKK diafirîne.

Her çiqas Qarayılan van nirxandinên mazin bike jî, em dizanin ku wan dijberîya Erdogan kirîye meselekî xwîndarî. Ya ku divê Qarayılan bike ev e ku çima gelê Kurd li hember dijminatiya bê wate ya AKP da pêş.  Dibe ku HDP ê bêyî ku bazariyê bike û tiştekî bixwaze piştgirî da Kiliçdaroglu, lê bele PKK ev 8 sal in vê siyasetê bi derdorên din re dimeşîne. Divê derkevin û ji gelê Kurd re diyar bikin ka wan çi ji kê xwastîye û çima we kiriye.

Karayilan aktorê sereke yê têkçûnê ye

Hêjayî gotinê ye jî ku Qarayilan di navbera salên 2004-2013 an de serokê KCK ê û berpirsê PKK ê bû. Rêxistina destpêkê ya HDP ê, DTK(Kongreya Civaka Demokratîk), di serdema wî de hat avakirin. Her wiha, di srdema wî de Kurd li pay dûvê çepê Tirk ketin û qala tevgerek ekolojik kir. Di desthilatdariya Qarayılan de bi dehan agirbest hatin kirin lê hemû jî têk çûn. Qarayılan mîmarê pêngava 1 ê Hezîranê bû û ew jî têk çû. Di heyama ku Qarayilan perpirsê giştî bû de PKK nêzî 10 hezar windahî dan. Dîsa di serdema Qarayilan de operasyonên dagirkirina Rojava pêk hatin.

Qarayilan fermandarekî xwedî madalya têkçûnê ye. Ger Qarayilan di nava civakeke din de ba wî nedikarî derkeve pêşberî raya giştî. Lê vegotina çîrokan ji kurdan re hêsan e. Qarayılan hê jî dibêje, “Em ê li ber xwe bidin, em bi serktin…”

PKK ji dewletê dixwaze mîsyonek ji Ocalan re were dayîn

Qarayilan di axaftina xwe de got, “Rêber Apo li Îmraliyê ye. Beriya 27 mehan bi wî re hevdîtin çêbibû wî di wê hevdîtinê de diyar kiribû ku ew dikare di hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bike. Ji ber vê yekê eger çareseriyê dixwazin, Rêber Apo li wir e.” Di wateyekê de da zanîn ku ew agirbestê dixwaze. Ev ne tenê daxwaza Qarayilan e, hemû rêveberiyên PKK ê, kadroyên navîn û çekdar li benda agirbestê ne. Ger agirbest nebe û dewleta Tirk dest ji operasyonan bernede, Qarayilan êdî nikare li Garê jî bimîne. Rewşeke wisa tengezar heye.

Lê ya rast ev e ku PKK ne di rewşa xwe ya sala 2012 an de ye, ew di rewşeke pirr lawaz da ye. PKK di asta binketina stratejik de ye ku banga agirbestê dike. Wê di rojên pêş de bê dîtin ka dê agirbest çêbin an, naa. Lê heta wê demê em ê zêdetir daxuyaniyên PKK ê yên behsa aştî dikin guhlêbin.

Jêder: Darka mazi

Back to top button