Vîdeo

“PDKê her tim di wê baweriyê de ye ku Kerkûk Kurdistanî ye”

Meclisa Parêzgeha Kerkûkê 9 endaman li Bexdadê otelekî de civînek li darxist û waliyê Kerkûkê û serokê meclisa kerkûkê hilbijart. Li ser vê yekê gelek gotubêj çêbûn. Gerek civîn li avahiya Meclisa Kerkûkê pêkbihata û hemû endamên meclisê hatibûna agahdarkirin. Lê belkî ev tiştên teknîkîbin. Lê YNK ji 16 endamên Meclisê 5 endam destxistine û PDKê jî du endam destxistine. Bi vê hêjmarê ji 16 endaman 7 jê Kurdin. Ji xwe waliyê Kerkûkê mafê Kurdan bû. PDK jî tu cara li dijê vê dernektiye.

Di vê derbarê de hevpeyvînek li gel Serokê milîsên Asaîb Ehlî Heq Qeys el-Xezalî hatiye kirin. Ka em berê xwe bidin Xezalî çi dibêje:

Serokê milîsên Asaîb Ehlî Heq Qeys el-Xezalî:

” PDK ne amade ye Iraqîbûna Kerkûkê qebûl bike, me nebihîstiye ku bi eşkere û nehênî vê yekê qebûl bike. PDK’ê her tim di wê baweriyê de ye ku Kerkûk Kurdistanî ye. Ji ber vê yekê me bi PDK’ê re li hev nekir.”

” Ji bo me Iraqîbûna Kerkûkê xala bingehîn e ku dê piştgîriya her rêkeftinekê li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bike. YNK’ê bi eşkereyî biryara Iraqîbûna Kerkûkê daye û qebûl kiriye.”

” YNK ji bo parêzgariya Kerkûkê Iraqîbûna Kerkûkê qebûl kir, lê PDK ji bo vê yekê ne amade ye û qet qebûl nake.”

” YNK demek dirêje hevpeymanê me ye, tiştekî xwezayî ye ku em bi hev re kar bikin û pê razî bin.”


Back to top button