Cîhan

Iraq û Amerîka li ser vekişîna hêzên hevpeyman li hev nakin


Nakokî di navbera Amerîka û Iraqê de li ser vekişîna hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Iraqê û çawaniya danasîna van hêzan hene.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ji ber pêşketinan ragihandina vekişîna hêzên hevpeyman ji Iraqê paşxistiye, herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihand, piştî serdana Sûdanê ti gotûbêj derbarê vekişîna hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Iraqê nehatiye kirin.

Guhertina erkê hêzên hevpeyman yan jî vekişîna hêzên ji Iraqê, hêzên leşkerî yan şêwirmendî.. Cudahiyên herî diyar di navbera Iraq û Amerîkayê de li ser hêzên hevpeymaniya navdewletî.

Piştî çend mehan danûstandinên di navbera her du hikûmetan de, grûpên çekdar vedigerin xala destpêkê û vekişîna hêzên hevpeyman ji Iraqê hat paşxistin.

Piştî ku grûpeke çekdar a nenas bi navê Sauriyan êrîşî baregeha leşkerî ya Eyn Esed kir, Washingtonê danûstandinên derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê rawestand.

Wezareta Derve di daxuyaniyekê de got: “Em nêzîkî ragihandina vekişîna hêzên hevpeyman ji Iraqê bûn, lê ji ber geşedanên dawî me ev ragihandin ji bo demeke nediyar paşxist.

Wezaret berdewamya daxûyaniya xwe de dibêje: Karê Komîteya Bilind a Leşkerî di mehên borî de, ji bo bidawîkirina erkê wê hêzê li ser bingehê,nirxandina metirsiya DAIŞê bû, ji bo vê mebestê me behsa nexşerêya derenceyan ji bo vekişîna hêzên şêwirmendên derve kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ji destpêka danûstandinan ve, Amerîka ti carî behsa vekişîna hêzên xwe ji Iraqê nekiriye.

Wezaret dibêje: Li şûna ku em erkê hêzên hevpeyman bi dawî bînin û ji Iraqê vekişin, me behsa derbasbûna bo pêwendiyeke hevbeş a ewlehiyê kir û danûstandin ji bo wê armancê berdewam in.

“Veguhestina bo pêwendiyeke ewlekarî ya hevbeş girêdayî rêkeftinên berê ye. Amerîka pabendbûna xwe bi bihêzkirina hevahengiya ewlekarî û berjewendiyên hevbeş dubare dike.”

Back to top button