Polîtîk

PDK û YNKê bersiva opoziyonê da: Hikûmet hilnaweşe

Duhî her du polîbûroyên Patiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan û di beyanameyeke hev beş de bersiva daxazên opoziyonê da. PDK û YNK di beyanameya xwe de daxaza aliyên opozisyên ya hilweşandina hikûmeta herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke demkî li ser esasê tewafiqê red dike û daxazên opozisyonê bi daxazên siyasî ne yên çaksaziyê wesif dike. Ev li jêr hemû teksta beyanameya PDK û YNK yê:

Welatiyên hêja

Her sê aliyên opozisyonê di civîna hevbeş a xwe di roja 5ê vê mehê de diyar kirine ku:

–  Daxwaza hilweşandina hikûmeta Kurdistanê û damezrandina hikûmeteke întîqalî li ser esasa lihevhatinê dikin
 – Tekîdê li ser projeya 22 xaliya xwe yaku demek beriya niha eşkere kir ibû dikin.
– Daxwaza hilbijartinên pêşwext ji bo parlementoya Kurdistanê dikin.

Bi mebesta lêkolînkirina wan daxuyaniyên aliyên opozisyonê duhî 7.4.2011 her du polîtbûroyên PDK û YNK civiyan.
Em  weke her dû partî li hember wan daxwazên siyasî ji raya giştî a Kurdistanê, Îraq û cîhanê re diyar dikin ku, me di dema xwe de bersiva tevahiya wan daxwazan bi taybetî projeya 17 xalî a parlementoya Kurdistanê û bernameya serokê Kurdistanê ji bo reforman daye û di vê baweriyê dene ku, ev projeya parlamento û bernameya serokê Kurdistanê ji bo reforman li gorî tevahiya aliyên Kurdistanê ye.

Careke din em diyar dikin ku, hêj jî em amadene ji bo giftûgokirina wan daxwazan, lê belê aliyên opozisyonê her roj daxwazeke siyasî û cuda derdixin holê bi vê awayî jî pêvajoya diyalogê bêencam dihêlin jiber ku, armanca wan ne çaksazî û reform belku siyasiye.
Hilweşandina hikûmetê li gorî daxwaza opozisyonê daxazeke neqanûnî û neadil e, lewre em damezrandina hikûmeteke întîqalî red dikin û heta niha jî ti pêdeviyeke siyasî û qanûnî ji bo vê yekê derneketiye holê.

Em hertim amade bûne ku, bi awayeîe demokratîk û bi riheke biratî di nava parlementoyê de pirsgirêkên heyî çareser bikin, lê opozisyonê civînên parlamento jî terkandiye û daketiye nava kolanan û di nava kolanan de bi hikûmet û parlementoya Kurdistanê re diaxeve.
Em li wir ji tevahiya gelê kurd re bi eşkereyî dibijin ku, opozisyon alîgiriya reform û pêşkeftina gelê kurd û Kurdistanê nake, û armanca wan jî ji wan daxwazên han gehêştina wan a bo desthilatêye, lê rêya gehêştina bo desthilatê jî bi aloziyan nabe belku, bi rêya qanûnî û demokrasî dibe.
Kurdistaniyên birêz.

Yekem: Ji bo gehêştina bo desthilatê her tim du rêyên sereke hene:

– Rêyên qanûnî û hilbijartinên azad û demokratîk.
 Hun dizanên ku, heta niha li Kurdistanê de her tişt bi hilbijatinên azad û demokratîk hatiye kirin, hikûmet, parlamento û serokatiya Kurdistanê jî bi hilbijartinan dest bi kar bûne û di demeke nêz de jî, di 10.09.2011ê de, hilbijartinên civatên parêzgehan tên kirin, lewre em dûbare dikin ku, pişta me bi qanûn û îradeya welatiyan stûre û her di çarçoweya qanûn û îradeya welatiyan de jî daxazên hilweşandina hikûmeta Kurdistanê red dikin.

– Rêya dûdiyan a gehêştin bo desthilatê kûdeta û tundûtîjî û binpêkirina mafên welatiya ye, lewre em gehêştina bo desthilatê bi rêyên neqanûnî û bi binpêkirina îradeya gelê xwe qebûl nakin û derfet jî nadin ti aliyek bi vê awayî xwe li ser gelê me ferz bike.
Tavhiya raya giştî a Kurdistan, Îraq û cîhanê agehdar dikin ku, hewldanên vê dawî yên opozisyonê ber bi encamên nebaş ve diçin û hewl didin tundûtîjîyê bêxin nava welatiyên kurd de, jiber vê çendê jî em kadiroyên hizbî û navendên xwe ji metirsiya hebûna xetereke gelek mezin hayedar dikin û her kes jî dizanê ku, li pişt vê metirsiyê  de destên biyanî hene. Ev jî di demekê de ku, ji bo cîbicîkirina madeya 140ê bi cidî kat ê kirin. Mirov nikare hindek bizavên opoziyonê ji nîyetên pîsên şovenên ereb cuda bike.

Duyem: Opozisyonê heta niha bi neheqî berderiyê Sera  li Silimaniyeyê dagîr kiriye û hewl dide raperînekê saz bike, halbokî li gorî qanûn ti mafeke wan ya bi vê rengî jî tuneye, jiber ku, her tiştê  xwestin û gotin  saziyên fermî yên hikûmeta Kurdistanê jî bersifa daxwazên rewa yên welatiyan dan.
Opozisyon nexwedan mafe ku, aramî û ewlekariya jiyana welatiyan aloz bike, jiber vê çendê em daxwaz ji wan dikin ku, welatiyan azad bikin, cade û kolan jî ne milkê ti partî û aliyekî siyasî ye, welatî jî azadin. Em careke din daxwaz ji opozisyonê dikin ku, welatiyan azad bike egîna desthilat xwedan mafe ku, azadî û rewşa jiyana welatiyên xwe biparêze.

Sêyem: Di nava pergalên demokratîk yên cîhanê de desthilata qanûnî xwedan mafê parastina saziyên xwe û mafên welatiyên xwe ye, lewre li wir careke din gaziya opozisyonê dikin ku, hîn jî derfeta lihevtêgehêştin, jihevfêmkirin û bihevrekarkirinê heye, hêvî dikin ku, tevahiya aliyên li ser esasê berejwendiyên gel û aramiya welat û rihê biratî bikaribin li ser astengiyên heyî zal bibin.

Polîtbûroyên PDK
Polîtbûroyên YNK
7.4.2011

Back to top button