Hunermend Tehsîn Taha li Amêdiyê ye
Duhî li Amediyê bi amadebûna Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbirî û gencan yê hikûmeta herêma Kurdistanê û jimarek rewşenbîr û hunermendên parêzgeha Dihokê di merasimekê de, perde li ser peykerê hunermend û stranbêj Tehsîn Taha hate rakirin.
Kawe Mahmûd di merasîmê de li ser Tehsîn Taha axuvî û got:
– Hunermend Tehsîn Taha di jiyana xwe de bi rêya awaz û stranên xwe xizmeteke mezin pêşkêşî xelkê Kurdistanê kiriye û Taha wek yek ji kesên navdar yên devera Amadiyê tê jimar kirin û îro bi peykera wî pêşwazî lê hate kirin.
Birayê hunermend Tehsîn Taha, Bedirxan Taha jî got:
– Ez sipasî wezareta rewşenbirî û gencan û herdu hunermendan Veman Îsmaîl û Bawer Cemîl dikim ku bi çêkirina vî peykerî rabûne. Îro gelek kêfa me hat û kêfa xelkî jî hat, çimkî Tahsîn mulkê hemû xelkî ye û em hez dikin peykerên wî li hemû bajarên Kurdistanê bên çêkirin.
Her weha derbarê çêkirina vî peykerî de hunermend Veman Îsmaîl got:
– Îro ji bo me şanaziyeke mezin e ku me peykerê hunermendê mezin Tehsîn Taha çêkiriye ku ev hêviyeke mezin ya me bû û ew 3 meh in ku me ev kar kiriye û ev berhema Birêveberiya Giştî ya Rewşenbirî û Hunerî ya li Duhokê ye. (Dengêazad)