Polîtîk

Partiyên bakûr li hev nekir

Li Tirkiyeyê, di hevdîtinên “hevkariya hilbijartinê“ yên di navbera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) de lihevkirineke peşkî (qismî) hate pêkanîn. Serokê giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî dê li Diyarbekirê bibe namzed.

Bayram Bozyel di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:

– Pêşniyar li min kirin ku ez li Wanê bibim namzed. Bêyî ku guh bidin bîr û boçûnên me, wek serokê giştî yê partiyeke siyasî ne wekî ku em endamekî wan in, reftar digel me kirin. Em nikarin vê helwestê qebûl bikin.”

Bozyel axaftina xwe wiha domand:

– Em nebin namzed jî, em amade ne piştgirî bidin namzedên din. Lê BDPê bêyî ku guh bide me û me wek muxatab werbigire, cihên namzedan destnîşan dike, bi ya me ev reftareke şaş e. Wek Civata Partiyê me gotûbêj li ser mijarê kir û me biryara redkirina pêşniyarê da. Emê biryara xwe îro ji karbidestên BDPê re rabigihînin.
BDP û KADEPê li hev kirin. Li gor vê rêkeftinê Şeraffetîn Elçî dê li Diyarbekirê bibe namzed û cîgira serokê giştî yê KADEPê Yûksel Avşar jî li Erdexanê bibe namzed.

Ev demek bû di navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR),  Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de gotûbêj li ser pêşniyara “em li bajarên kurdan namzedan bi hev re diyar bikin” a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dihat kirin.

Back to top button