Vîdeo

PDK-T:Rakirina Navê Rojava li himber xwina hatî rijandin bê rêziye

Li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014’an de binavê Cizîr, Kobanî û Efrînê, 3 kanton hatin ragihandin û ev yek wekî Kantonên Rojavayê Kurdistanê di nav Gelê Kurd de bi erênî hat pêşwazîkirin. Bi taybetî bêjeya “Rojava” di demeke kin de di nav hemû Kurdên cîhanê de belav bû û hat pejirandin. Heta li ser navê “Rojava” gelek stran û helbest hatin çêkirin. Lê piştî ku pergala federalî hat ragihandin, navê “Rojava” ji nave pergala federalî hat derxistin. Ev yek ji aliyê partiyên Bakurê Kurdistanê ve rastî bertekan tê.Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş amaje kir ku rakirina nave Rojava, bêrêziyeke li hember cangoriyên Rojavayê Kurdistanê ye. Kardaş ji K24ê re axivî û got: “Êdî di vir de ti pêwendiya navê Kurd û Kurdistanî bi sîstema federali ve nemaye. Rakirina nave Rojava li hember wan şervanên ku ji boRojava şer kirine û xwîna xwe rijandine jî bêrêzî ye û li hember Kurdan jî îxanet e.”Derxistina nave Rojava, her çiqas ji hinek aliyan ve wekî taqtîk were dîtin jî ev yek li aliyekî jî wek îtaqtîkeke neyê qebûlkirin tê dîtin. Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel di wê baweriyê de ye ku pêwîst e di mijarên neteweyî de zelalî hebe.Herwiha Bozyel ji K24ê re got jî: “Navê “Bakurê Sûriyeyê” ji aliyê welatên dagirker ve tê bikaranîn û nabe ku em axa xwe bi pênaseyên dewletên dagirker binav bikin. Erê raste rojava wek ax dikeve Bakurê Sûriyê, lê ew der Kurdistan e û pêwîst e em li gorî axa xwe pênase bikin.”Pergala Federalî ya li Rojavayê Kurdistanê, 17’ê Adara 2016’an bi nave Pergala Federalî ya Bakurê Sûriyê û Rojava ya Demokratîk hatibû ragihandin. Navê “Rojava” jî 28’ê Berçile bi civînekê ji nave pergala federalî hatibû derxistin. https://youtu.be/yanE3QxZlUM

Back to top button