Cîhan

Yildirim û Ebadî civiyan

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim sardana Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hevditinek pêkanî. Piştî civînê herdu serokwezîr derketin himber medyayê behsa naveroka civînê kirin û bersiva pirsên rojnemevana dan.Ebadî li himber sardana serokwezîrê Tirkiye û şanda pêre keyfxweşîya xwe diyar kir. Ebadi da xûyakirin ku babetê Başîka û heyîna leşkerên Tirkiye li Başîka hate gotubêj kirin.Li ser pirsekî Ebadî got: Li Şingalê ji bilî hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge nabe tu hêzek din biyanî li herêmê hebê.Serokwezîrê Tirkiye jî da xûyakirin ku, dê şerê li dijê DAÎŞê berdeman be. Herweha Yildirim got ku, ew ji helwesta Iraqê ya li dijê PKKê keyfxweş bûne. Yildirim got: Emê hewl bidin da ku pêwendiyên me û Iraqê xweş bibin.Li ser pirsekî Yildirim got: Emê hewlbidin ku pirsa Başûkayê bi aşitiyanê çareser bikin. Hêzên me li Başîka erkek girîng bi cih anine.Herweha Yildirim got: Hebûna PKKê li Şingalê li ser me wek tehditeke. Em naxwazin ji tu deverê Iraqê tehdît li dijê Tirkiye bimîne.Wek tê zanin eve demek bû pêwendiyên navbera Tirkiye û Iraqê gelek xirab bûn. Lê li himber peyamên germ cardin bayek sar di hevdîtina herdu aliyan de dihat his kirin.Piştî Bexdayê serokwezîrê Tirkiye û şanda gel serdana Hewlêr dikin. Dixweyê gelek pirsgirêkên heyî li Hewlêrê tên gorubêj kirin .

Back to top button