Polîtîk
PDK-Sê careke din nivîsgeha xwe li Efrînê vekir

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-S nivîsgeha xwe li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê vekir.
Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê duh 4ê Nîsana 2025an ragihand ku bi fermî nivîsgeha xwe li navenda bajarê Efrînê vekiriye.
Piştî çend salan ji girtinê careke din nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-S li Efrînê vedibe, ku dawîn car di serdema “Rêveberiya Xweser” a PYDê de hatibû girtin.
Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya wêneyên pêşwazîkirin û pîrozbahîkirina dubare vekirina nivîsgehê belav kirin.