Parlamentoya Ewropayê pesnê Ocalan û Bahçelî da

Parlamentoya Ewropayê (PE) di rapora xwe ya îsal a derbarê Tirkiyeyê de ji ber bipêşketina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan pesnê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da.
Di rapora Parlametoya Ewropayê ya îsal a derbarê Tirkiyeyê de, hat diyarkirin ku rola Abdullah Ocalan û nêzîkbûna avaker a serokê MHPyê “derfeteke girîng” afirandiye û bi pêşengiya Parlamentoya Tirkiyeyê bang li destpêkirina pêvajoyeke berfireh a çareserkirina pirsgirêka Kurdam hat kirin.
Di raporê de hat gotin, “Banga dawî ya Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê û tevlî pêvajoyeke aştiyê bibe, wekî gaveke dîrokî û demeke dirêj e tê payîn cihê kêfxeşiyê ye.
Ev bipêşketin xwedî potansiyela bidawîkirina serdema tundûtûjiya 40 salî ya ku bû sedema mirina zêdeyî 40 hezar kesî.
“Hêjayî pesindayînê ne”
Ji bo hêsankirina van bipêşketinan, nêzîkbûna avaker a ku ji aliyê serokê MHPyê Devlet Bahçelî ve hat destpêkirin û ji aliyê serokên din ên siyasî ve jî piştgiriya wê hat kirin, destûr dayîna şandeya DEM Partiyê ku serdana girtîgeha Îmraliyê bike û şêwrên berfireh ên vê partiyê bi partiyên din ên siyasî re, hêjayî pesindayînê ne.
Ev derfeteke girîng e û divê li pişt wê, bi rola pêşeng a Parlamentoya Tirkiyeyê bi berçavgiritina aliyên siyasî, civakî, demokratîk û ewlehiyê ji bo çareseriyeke aştiyane û mayînde ya pirsgirêka Kurdan pêvajoyeke berfireh were destpêkirin.”
Jikardûrxistina şaredaran
Di raporê de, înîsiyatîfa çareseriyê ya nû ya derbarê pirsgirêka Kurdan de erênî hatiye pênasekirin.
Lê “armancgirtina berdewam a partiyên siyasî û endamên opozîsyonê û rastî hatina zextên zêde” hatiye şermezarkirin.
Girtin û ji kar dûrxistina şaredarên navçeyên Şîşlî û Beylikdûzûyê yên Stenbolê, li gel Ekrem Îmamoglu, wekî “cihê xemgîniyeke awarte” tê şîrovekirin.
Şertê alîkariya darayî ji bo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)
Di raporê de, erka Tirkiyeyê ya bicihanîna biryarên DMMEyê wekî dewleteke endamê Konseya Ewropayê jî tê bibîrxistin.
Ji ber ku biryarên DMMEyê yên derbarê Osman Kavala, Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag de nayên bicihanîn, tê destnîşankirin ku Tirkiye li pêşiya Konseya Ewropayê bi pêvajoyên binpêkirinê re rûbirû ye.
Ji Komîsyona Ewropayê û dewletên endam ên Yekitiya Ewropayê tê xwestin ku “ji bo ku Tirkiye biryarên DMMEyê bi cih bîne, hemû kanalên dîplomatîk bi kar bînin û pabendbûna bi van biryaran, wekî şertê sereke ji bo alîkariyên darayî yên ku ji Tirkiyeyê re bên dayîn, binirxînin.”
Endamtiya Yekitiya Ewropayê
Rapor her wiha bi bîr tîne ku gotûbêjên tevlîbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ji sala 2018an vir ve bi awayekî rasterast rawestiyane.
Tevî daxuyaniyên ku ji Enqereyê di derbarê pabendbûna bi endamtiya YEyê de tên dayîn jî, tê destnîşankirin ku di derbarê nirx û çarçoveya normatîf a ku bingeha pêvajoya endamtiyê pêk tîne de “ferqa di navbera her du aliyan de kûr dibe” û ji ber şert û mercên siyasî û hiqûqî yên li Tirkiyeyê, pêvajo nikare bi pêş ve biçe.
Rapora ku hatiye amadekirin dê di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya roja Çarşemê 7ê Gulanê de li Strasbourgê were nîqaşkirin.