Nivîsar

PDK hawênê dewletbûna Kurdaye, PKK dijminê dewletbûna Kurdaye

PKKê di derbarê helwesta xwe ya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de dîtina xwe ya fermî bi daxûyaniyekî ragihand. Wek tê zanîn di vê daxûyaniyê de cardin wek her car erkê xwe yê xulametiya dagirkeran û sîxûriya ku ji bo rûxandina statûya herêma Kurdistanê bi awayek çalak bi kar tînin.

Daxûyaniya PKKê de tenê xala bingehîn dijminatiya PDKê ye. Hêdî behskirina malbata Barzaniyan bûye rotînek rojane ji bo PKKê û siyaseta rêve dibe. PKK di daxûyaniya xwe hemû dijitî û haqaretê li PDKê dike. Di bingehê xwe PKK kesayeta PDKê û Brazaniyan de dijminatiya destkeftiyên netewî yê Kurdistanî dike. Ji xwe tirsa PKKê ya mezin rêvebirina siyaseta dewletbûna Kurdaye, li başûr parastina statûya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku eger statûya Herêma Kurdistanê bê parastin û ji qonaxa îro tê de ye berbi qonaxek pêştirve herê, ev tê wateya ku PKKê erkê xwe ya xiyanetê bi temamî pêkneaniye. Ev yek dê bihêle ku, mamusta, akilmend û xwedanên PKKê hêdî baweriya xwe li PKKê neynin. Bibûrin mirov qedrê kuçikê li ber derê malaxwe heta ku direyê digre. Dema nikaribe bireyê  ew wateya ku dawî li jiyana wî/wê hatiye.

PKK di beşek daxûyaniya xwe de dibêje: Gelê Kurdistanê yê welatparêz divê di hilbijartinê de piştgiriyê bide hêz û namzetên welatparêz, demokratîk û neteweyî û li ser vî bingehî helwesta xwe nîşan bide. Divê li dijî PDK’e û Barzaniyan ku nûneriya xeta hevkar û xîyanetê dikin, piştgirî bê dayîna namzet û hêzên welatparêz. Encamên ku derbikevin ji bo rizgarkirina Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanêya ji pencê dagirkerî û qirkirinê û ji bo pêşxistina sîstemeke demokratîk û azadîxwaz, wê pir girîng be.

PKK ji tirsa newerê navê aliyê ku pişgiriyê didî yê eşkere bike. Başe li gora PKKê ev “ hêz û namzetên welatparêz“ kîne û di hilbijartinan de doza çi dikin? Gelo Demokratikiya PKKê parastina sinorê Misakê Milliye.? Welatparêziya PKKê radestkirina destkeftiyên Kurdistanê ji bo dijminane.?

PKK dibêje: Divê li dijî PDK’e û Barzaniyan ku nûneriya xeta hevkar û xîyanetê dikin, piştgirî bê dayîna namzet û hêzên welatparêz.

Rastî dema sinor ji bê ehlaqî û xiyanetêre tunebe mirov ya ku, PKK dibêje qebûl dike.

Kî li dijê PDKê û Barzaniyane:

Aliyên ku, serweriya Kurdistanê naxwazin li dijê PDKê û Barzaniyane.

Kesên ku bi sîxûriya dagirkera hatina nasandin û fermanê ji wan werdigirin dijê PDKê Barzaniyane.

Kesên li Şingalê nahêlin Ala Kurdistanê bilindbe, di nava refên Heşda şeibî de xwe vedişêrin dijê PDKê û Barzaniyane.

Kesên Ala Kurdistanê û navê Kurdistanê qedexe dikin li djê PDKê Barzaniyane.

Kesên mafên pêkhatan binpêdikin û dibin tehdît li ser pêkvejiyanê li dijê PDKê û Barzaniyan e.

Yên li dijê parastina Kurdistanê ne li dijê PDKê û Barzaniya ne.

Yên hewldidin statûya Herêma Kurdistanê “birûxînin“ li dijê PDKê û barzaniya ne.

Mirov dikare vê listeyê dirêj bike. Lê ji bo têgihandina helwesta PKKê ku ji bo çi dijminatiya PDKê û Barzaniyan dike bes e.

Berê xwe bidinê PKK dibêje: “PDK’e û Barzanî hêzeke wisaye ku hatine ser têkoşîna gelê Başûrê Kurdistanê û ji bo berjewendiyên xwe bazirganiya kurdayetî û Kurdistanê li gel dijmin û hêzên derve kiriye.” 

Ev ehmeqana nizanin ku, tekoşina ji bo azadiya Kurdistanê û dîroka tekoşîna ev rojên em lê serbilindî dijên bi PDKê û Barzaniyan destpêkiriye.

Bila PKK û hevalbendên wan baş bizanin ku, herpisîtiya dikin dê rojekî li wan vegere.

Heta ku PDK û Barzanî hebin dê Kurdistan hebe. Ew demana heyîna Kurdistanê ne. Vêca hun çi bêjin valeye.

Serokê vê koma tevlîhev Ocalan erka xwe ya bingehîn de dibêje: Eger Kurdistan çêbibe evê bibe xencerek li pişta ereban de.

Ocalan ji berpirsên dewleta Tirk re dibêje. Barzanî hewldidin dewleteka Kurdistanê ava bikin, hun rê bidin min ez nahêlim ew bighin armanca xwe.

Lê bila wek mizgineyekî be.. Roj bi roj, gav bi gav Kurdistan li ser rêbaza Barzaniyê nemir ber bi statûyek bi hêztir û qonaxek nûjentir ve diçê….

Nêrîn/Şirove

Back to top button