
Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxûyaniyek da û dibêjinkuhilbijartin gerek di dema xwe de pêkwerin û ev yek mafê gelê Kurdistanêye.
Serokê Firaksiyona PDKê li Parlametoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd di konferanseke rojnamevanî de got: “Hilbijartin mafekî gelê Kurdistanê ye û ne mafê ti aliyekî siyasî ye wî mafî zeft bike. Berî niha em bi Serokatiya Parlametoyê re civiyan û me jê re got ku PDK bi wê yekê re ye hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin.”
Temenê yasayî yê Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Kurdistanê ji 3/12/2019an ve bi dawî bûye, ji ber wê me daxwaz kir ku firaksiyonên parlamentoyê li serê vê mijarê bicive. Ji bo aktîvkirina vê komisyonê me nêrîna xwe ragihandiye ku pêwîst e çawa ev komisyon di sala 2013an de hat dirustkirin, her bi wî awayî jî li gor dawî encamên hilbijartinê ku hilbijartina 2018an e be.”
Serokê Firaksiyona PDKê da xûyakirin ku, heta niha PDKê piraniya xwe li parlamentoyê ji bo vê pirsê bi kar neaniye, lê belê dê helwesta wê li hember têkdana rûniştinên parlamentoyê hebe. Got jî, Hewlêr ne Bexda ye, Parlamentoya Kurdistanê jî ne Encûmena Nûneran a Iraqê ye ku 1/3 ji parlamenteran rûniştinan têk bidin.Pêwîst e rûniştinên parlamentoyê berdewam bin û Seroka Parlamentoyê di zûtirîn dem de bang li parlamenteran bike û rûniştinekê birêve bibe.
Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê ji bo ku hilbijartina parlamentoyê di dema xwe ya diyarkirî de were kirin, ne li dijî ti projeya ti partiyeke siyasî ye, lê belê ew daxwaz dikin ku ew bibe bernameya kar û goftûgo li ser bê kirin û ew amade ne li ser xalên hevbeş li hev bikin, ji bo hilbijartin di dema xwe de bê kirin.
Serokê Firaksiyona PDKê dibêje: PDKê tenê carekê piraniya xwe li parlamentoyê bi kar aniye, lê eger Seroka Parlamentoyê ji nû ve dest bi rûniştinên parlamentoyê neke û her partiyek bixwaze parlamentoyê têk bibe, wê demê PDKê dê piraniya xwe li parlamentoyê bi kar bîne û ew ferzkirina îradeyê ji ti aliyekî siyasî li Parlamentoya Kurdistanê qebûl nake.