Îranê, rêkirina gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê û hewldanên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ji nêzîk ve dişopîne û ji ber wê jî êrîşên ser PDK û Herêma Kurdistanê bi rêya milîsên xwe yên Iraqê bê berdewam dike.
Li gorî nirxandinên di medya erebî de cî digirin, Îran hem ji ber rêkirina enerjîya Kurdistanê di ser Tirkiyê re de bo welatên Ewropayê û hem jî ji ber hewldanên PDKê yên bo hikûmeta nû ya Iraqê gelekî aciz bûye.
Derbarê êrîşa fûzeyan a ser Hewlêrê de ku bi destê Îranê pêk hat, rojnameya El-Ereb wiha nivîsiye: “Rayedarên iraqî û tirk gotin, plana zêdekirina şandina gazê ji Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê bi alîkariya Îsraîlê ji Tirkiyê û Ewropayê re, bû sedema topbarana Îranê ku di meha borî de bi moşekên balistîk Hewlêr topbaran kir.”
Dîsa hin rayedarên ku navê xwe eşkere nekirine ji medya erebî re diyar kirine, ew difikirin ku Îran bi topbaranê peyamekê dide hevalbendên Amerîkayê jî daku planên Îsraîlê yên li herêmê pêk neyên.
Tê zanîn ku, 27ê Adarê jî milîsên Heşda Şeibî li Bexdayê êrîşî ofîsa PDKê kirin û ev dibe cara duyem ku dişewîtinin ku ev jî li ber çavê hêzên ewlekariya Iraqê pêk hatibû.
Herwiha li gorî nirxandinên siyasî yên ser krîza damezrandina hikûmetê yek ji sedema ku Îran êrîşî ser Hewlêrê dike, lihevkirina PDKê ya bi Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Siyade ya Sûniyên Iraqê re ye û ev jî Îranê gelekî aciz dike, ji ber ku hevpeymanên alîgirên Îranê ji derveyî hikûmeta nû ya Iraqê têne hiştin.