Nivîsar

Siyaseta PKKê Derew û dezenfarmasyon e

Di hemû qadan de, dema yek derewekî dike û ew derew bê bersiv bimîne rastî winda dibe û derew cihê rastiyê digre. Mimkine rojekî ew derew eşkere bibe, lê hingê tu bihayê rastîyê jî namîne.

Siyaseta ku PKK rêve dibe li ser derew û dezenfarmasyona hatiye avakirin. Ev yek ji aliyê nawendekî taybetve tê rêvebirin. Di vê nawendê de dagirker serdestin û bi fermana seneryoyên derew têxin rojevê de. Lê hêdî bersiva van derewan bûye pêwistiyek ku gerek rojane bê kirin. PKK niha tehdîta herî mezin e ji bo destkeftiyên Kurdistanî.

Îro hemû hewldanên xwe dikin ku, li başûrê Kurdistanê hêviyên gelê kurd têkbibin. Ji bo vê yekê jî planên dijminên Kurdistanê, aliyên ku ji dewletbûna Kurdistanê ditirsin cih dikin, bingehê afirandina dezenfarmasyonên PKKê de ev yek heye .

Piraniya caran tê gotin ku divê bersiva derewên PKKê bêne dayîn , da ku rastî bê fam kirin. Li başûr PKK bi hemû awayî li gora planên Îran û Tirkiye tevdigere û di vê çerçovê de şerê PDKê dike, mixabin hinek aliyên siyasî li başûr ji bo nakokiyên heyî PKK li himber hev bi kartînin. Lê di bingehê xwe de PKK feydê ji van aliyan dibîne û şerê aliyên dewletxwaz dike. Pêwistiyek heye ku PDK her carê bersiva derewên ku PKK di derbarê wan de dike bide.

Mimkine mirov bêje: ma tu karê PDK tuneye hema bersiva derewên PKKê bide? Rastî gelek ne hesaniye ku mirov ber derewên PKKê ve tê bighe. Lê di heman demî de pêwiste rastiya heyî ji gelê Kurdistanê re bê diyarkirin. Ev imkan û mecala PDKê heye.

Ji aliyek din ve li rojavayê Kurdistanê daxûyaniyên berpirsên PYDê di derbarê ENKSê û taybetî jî PDKê de, gelekî balkêşin. Lê mixabin piraniya caran ENKS û PDK bê deng dimîne.

Ji bo ev yek zelaltir bê têgihandin, behsa daxûyaniyek hevseroka TEV-DEMê Rûken Ehmed bikin. Ehmed di hevpeyvîneka xwe di ANFê de behsa rewşa rojavayê Kurdistanê ( Li gora wan bakurê Suriye) dike û dibêje: Rêxistiniyên mîna ENKS û PDK’ê tiştekî wan nemaye ku bide civakê. ENKS xwedî wê hêzê nîne ku bandorê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, hêza xwe ya birêxistinkirina civakê nîne. Li gorî daxwazên dijminê gelê Kurd tevdigere û bi vî rengî li nava gel propagandayê dike. Ji bo civakê bêbandor û bêîrade bike propagandayê dike. Bi dîtina me ji derve ve tê birêvebirin. Ji ber ku bingeheke ENKS’ê nîne ku karibe vê siyasetê bi tena serê xwe bike.

Di asta herî bilind de hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin. Divê gelê me bi vê zanibe. Eger gelê me bi rastiya PDK û ENKS’ê zanibe, wê propaganda wan jî bêbandor be. ENSK ji bo Efrînê dibêje ‘Efrîn niha bihuşt e’. Li Efrînê rojane dest diavêjin jinan, jin têne revandin. Zarok li dibistanan bi fîşekên çeteyan tên kuştin. Ala dewleta Tirk li dibistanên Efrînê hatiye daliqandin, li Efrînê dar têne birîn. Ku dera vê bihuşt e? ENKS propaganda çi dike? Bingehek nîne ku ev propaganda ENKS’ê bi ser bikeve, civak êdî jê bawer nake. Ji ber ku ENKS’ê û PDK’ê ji bo civakê tiştek nekirine. Eger civaka me xwe bi xurtî bi rêxistin bike wê propagandayên ENKS û PDK’ê jî pûç bibin.

Gelo bersiva van derewan ne pêwistiyek e. Îro di vê rewşa ku PYD li himber ENKSê û PDKê medotên teroristî bi kartine û tu mafê jiyanê ji bo wan nasnake û herweha hemû nirxên mirovatî binpê dike û şerê ENKSê dike de, bila referandumek bê kirin dê gele Kurd li rojavayê Kurdistanê behtirî jin% 70 pişgiriya xwe ji bo Barzaniyetê bide diyarkirin. Ev rêbaz tu cara di nava kurdên rojavayê Kurdistanê de ne PKK û

ne jî mamustayên wan nikarin têkbibin. Ji bo vê yekê gerek bersiva dezenfarmasyonên PKKê bê dayîn.

Hevseroka TEV-DEMê bi xwe baş dizane tişta ku dibêje ne raste ,ji ber ku ew bi xwe jî gotinên xwe ne bawer e.

Ji aliyek din ve hevseroka TEV-DEmê behsa Kongreya Netewî dike. Rastî eger literatûra siyasî de fedî kirin hebe gerek PKK û hemû dûvikên wê şermê ji xwe bikin û tu cara behsa Kongreyê Netewî nekin. Berê xwe bidinê li gora Rûken Ehmed, ji bo têkbirina siyasete Netewî Kongreyek netewî pêwîst e.

Rûken Ehmed ji bo Kongreya Netewî dibêje: Bi taybetî weke TEV-DEM’ê pêwîstiya me li Rojava bi avakirina Kongreya Neteweyî heye. Kongreya neteweyî wê ne tenê gelê Kurd biparêze, di heman demê de wê bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji bo Rojhilata Navîn. Wê yekîtiya Ereban, Suryaniyan, Çerkezan, Tirkmenan û hemû gelan çêbike. Bi vê kongreyê re em ê konsepta li ser Rojhilata Navîn têk bibin. Bi vî rengî em ê dawî li hevkariya PDK-dewleta Tirk bînin.

PKK wek ku Abdullah Ocalan dibêje, ew rê nadin dewletek Kurdî bê avakirin û dê Kurdan hemûyan bixin di xizmeta dewleta Tirk de. Ev armanca PKKê Ocalan bi xwe gelek vekirî gotiye. Vêca yên wek Rûken Ehmed ,tenê zirna Ocalan lê didin.

6.4.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button