PolîtîkRojev

PKK li benda îşareteka Îranê ye da ku li Herêma Kurdistanê xirabkariyê bike

Lêkolînvanekî kurd li Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK li benda îşareteka pasdarên Îranê ye da ku li Herêma Kurdistanê xirabkariyê bike.

Lêkolînvan û nivîskarê kurd li Rojavayê Kurdistanê, Ebdulrehman Gulo li ser facebooka xwe gotiye, Îran naxwaze posta serokatiya hikûmetê bikeve destê partiyên Îtara Tensîq û her wiha naxwaze Berhem Salih dîsa bibe serkomarê Iraqê.

Ebdulrehman Gulo her wiha gotiye, Îran him serokatiya parlementoya Iraqê dixwaze him serokatiya hikûmetê him jî serokatiya dadweriya Iraqê dixwaze. Ev jî ji ber serkeftina tifaqa sê alî ya Sedir, PDK û Siyade bicîh nayê.

Wî lêkolînvanê kurd behsa wê yekê jî kiriye ku Îranê tenê di haletekê de dest ji Iraqê berdide ew jî Iraqê wêran bibe.

Ebdulrehman Gulo li ser PKKê jî gotiye, PKK li Herêma Kurdistanê roleka xirab dilîze û li benda îşareteka pasdarên Îranê da ku xirabkariyê li Herêma Kurdistanê bike. Heşda Şeibî jî mîna PKKê li benda îşareteka pasdaran e da ku li Iraqê xirabkariyê bike.

Back to top button