Şaredariya Qamişlo li ser her dikanekê li bazara giştî 1 milyon û 200 hezar lîreyên Sûrî wekî bac disepîne, ew biryara şaredariyê rastî nerazîbûna dikandaran hat.
Xwedanên dikanên bazara Qamişlo duh Sêşemê 5ê Nîsana 2022yan li dijî biryara Şaredariya Qamişlo derketin xwepêşandanê.
Dikandarên Qamişlo standina 1 milyon û 200 hezar lîyreyên Sûrî salane ji bo her dikanekê weke neheqiyekê dibînin.
Ji xeynî wê jî li gor biryara Şaredariya Qmişlo, divê dikandar ji bo 3 salên derbasbûyî wê bacê bidin ji bo 2019-2020-2021 yanî divê her dikanek 3 milyon û 600 hezar lîyreyên Sûrî bide.
Şardarî jî dibêje her kesê pabendî wê biryarê nebe ew dê werin cezakirin.
Xwepêşandêrekî ji Rûdawê re da zanîn ku wan komîteyek ava kirine û bi şaredariyê re axifîne, lê heta niha negihştine tu encamekê.
Heman xwepêşander dibêje eger ew bac ji ser wan neyê rakirin, ew dê dîsa dakevin kolanê û daxwaza rawestana vê biryarê bikin.Dikandarên Qamişlo li dijî biryareke şaredariyê xwepêşandan kirin