Civak

Partîyên Kurdistanî : Îro aqilîyeta darbeya 12ê îlonê berdewam e

Hareketa Azadî , ÖSP, PAK, PAKURD, PAKURDê, PDK-BAKUR,PDK-T, KADEP îro(12.09.2015) li Amedê derbeya 12ê Îlonê rûreş kirin.Partîyên Kurdistanî li ber hefsa Dîyarbekir ya no 5an da civîyan û derbeya leşkerî ya 12ê îlonê rûreş kirin.Girse bi alayên Kurdistanê beşdarî çalakîyê bûn.Li ser navê 7 partîyan Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaft û got :”Em derbeya 12ê Îlonê bi nefretê rûreş dikin.Li vê girtîgeha hûn dibînin de deh hezaran kes hatin hepskirin.Bi dehan welatperwerên Kurd hatin qetil kirin.Wek, Necmettîn Buyukkaya , Mazlum Dogan , Cemal Arat , Orhan Keskîn , Yilmaz Demîr , Bedrî Tan , Ferhat Kurtay , Remzî Ayturk, Kemal Pir, Hayri Durmuş. Ewên darbe çêkirin, her bi wan qanûnên xwe,bi cezaya muebbetê ve hatin ceza kirin.Darbeya 12ê eylulê, di hêşê miletê Kurd û Kurdistanîyan da birîneke kûr vekirî ye. Bi hezaran kes hatin girtin, hatin îşkence kirin. Bi sedan kes hatin kuştin. Kurdistan hate şewitandin, wêran kirin. Herweha darbeya 12ê îlonê de bi hezaran demokrat, pêşverûyên Tirkîyê jî hefs kir, bi dehan kes kuştin.Mixabin îro jî aqilîyeta derbeya 12ê Îlonê berdewam e. Li Cizîrê bi deh hezaran kes 8 rojan di hepseke vekirî de birçî,bê av , bê elektrîk hatin ceza kirin. Gelek bajarên Kurdistanê di bin êrîşên dewletê de hatine wêran kirin. Li bajarên Tirkîyê, Kurd jiber Kurdbûna xwe tên kuştin. Mal û milkên Kurdan, otobusên ku Kurdan hildigirin , avahîyên HDPê , tûşî êrîşan dibin.Îro li Kurdistanê careke din şer destpêbûye. Ev şer zerarê dide gelê Kurdistanê, dide Kurdistanê. Îro pêwîstîya gelê me bi şer bi şer tuneye. Têkoşîna azadîya bakurê Kurdistanê, divê bi rê û rêbazên siyasî , girseyî , dîplomasî bê meşandin.Em bangî dewleta Tirkîyê dikin. Ev tiştên ku îro hûn dikin, Kenan Ewren zêdetirê wê kiribû. Lê ew bi serneket. Ew îro di agirê dojehê de dişewite. Dîvê hûn jî bizanibin ku, pirsa Kurd Kurdistanê bi kuştin û qetlîaman ji holê ranabe. Dest ji vê siyaseta zilmê berdin.Êrîşên xwe rawestînin.Em bangî PKKê jî dikin ku, şer rawestîne. Ev şer zerarê dide gelê me, welatê me. Bi vê siyaseta xelet, dê têkoşîna azadîya welatê me gelek zerarê bibîne.Em dibêjin nabe ku bi şêweya berê pêvajoya çareserîyê bê meşandin. Divê bi awayekî şeffaf, hemû partî û rêxistinên siyasî yên bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirkîyê û garantorên navneteweyî wek 3 alî pêvajoya çareserîyêa ya nû destpêbikin.Em dibêjin demildest bila şer dualî raweste.”Girseyê piştî daxuyanîyê qerenfîl danîn ber derîyê hevsê û jibo kesên li wir hatîne kuştin û jibo hemû şehîdên Kurdistanê 1 deqe rêz girtin.HEREKETA AZADÎ , ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PDK-T, KADEP

Back to top button