Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo pişgiriya xelkê Cizîrê banga Raya Giştî ya navnetwî dikin. Tevgerê banga xwe bi zimanê kurdî, Tirkî û ingilîzî belav kir. Daxuyaniya Tevgerê: JI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ REEv bangeke lezgîn a alîkarîyê ye. Him Cizîra ku têkilîya wî ji cihanê qut bûye, her roj mirov lê dimirin û nanê xwarina wan jî nemaye him jî Kurdên li bajarên Tirkîyeyê ku di bin xeterîya mirinê de dijîn hewceyî alîkarîya sazîyên navnetewî dewletên bihêz ên cihanê ne. Piştî Peymana Lozanê welatê me Kurdistan hat perçekirin û ji bo me Kurdan pêvajoya komkujî û jenosîdan dest pê kir. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî him ji ber tunebûna hêzeke ku me biparêze him jî ji ber bêdengîya hêzên navnetewî, dewletên dagirker hemû mafên mirovan binpêkirin û tu xerabî nema ku li me nekirin. Îro dîsa li bakûrê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyeyê, Kurd bi komkujîyan re rû bi rû dimînin. Bajarên me tên vala kirin, zarokên me tên kuştin. Kurdistan dîsa bûye qada şer. Di vî şerî de dewleta Tirk, li gor tu hikûkên navnetewî û mafên mirovan tevnagere û hemûyan binpê dike. Ger îro jî bêdengîya sazîyên navnetewî û dewletên bi hêz wek Îsraîl, Emerîka, Elmanya, Fransa, îngilîstan bidome, wê cihan qala jenosîda ku li Kurdan bûye bike. Ewê van rojan wek xalek reş li dîroka cihanê bimîne. Berpirsyarê wî jî wê ne bitenê dewleta Tirk be, wê hemû dewletên bihêz bin.Em daxwaz ji hemû sazîyên navnetewî û dewletên bihêz ên cihanê dikin ku li hember vê hovîtîyê bêdeng neminîn û alîkarîya me Kurdan bikin. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER)12.09.2015