Partiyek muhafazakar û kurd
Ji hilbijartinên 12-ê Hezîranê hirve gelek kurdên ku nêzikî siyaseta Ak Pariyê siyaset dikiran û pirsa kurd wek pirsek sereke didîtan niha amdebûna damezirandina partiyek nû dikin.
Li gora tê gotin gelek kesayetên olî û muhafazekar ku di nav civata kurd de xwedî bandorin ji bo damezirandina partiyek fuhafazakr û kurd hevdîtina derdorên cuda re dikin. Di nav wan de navê Haşim Haşimî derdikeve pêş. Haşimî di demek herî nexweş û dijwar de serokê şeredariya Cizîrê kiriye û du devra jî bûye parlementer. Wek din navê parlementerê kevin yê Ak Partiyê Abdurrahman Kurd derbas dibe.
Dihat zanîn ku eve demek bû Haşim Haşimî hevdîtin gelek kesayetên siyasî re di vê derbarê de dikiran. Niha tiştek zelal tuneye. Lê gavên di vê derbarê de bêne avêtin gelekî girîng e.
Li gora rojnama Milat di vê derbarê de li gel hinek parlementerên kevin yên BDP-ê jî havdîtin tê kirin ku tevlî vê xebata damezirandina partiya nû bibin. Herweha navê Kemal Burkay û serokê HAKPARÊ Beyram bozyel jî derbas dibe. Lê hatina hinek navên muhafazakar û çep li ba hev hindek zehmet dixeyê.
Rojevakurd