Nivîsar

Nihêniya bawerî û piştgermiya gel bi Nêçîrvan Barzanî

Piştî  polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di roja 17ê vê mehê de, bi daxuyaniyekê  fermî îlan kir ku Nêçîrvan Barzanî ji bo wergirtina postê serokwezîrtiya hikûmeta Kurdistanê û pêkanîna kabîneya heftem a civata wezîran razî bû, nîqaşa ku ew heyamek bû di mediya û nav civakê de gerim bû, ka gelo Nêçîrvan Barzanî cîgêr serokê PDKê dê postê serokwezîrityê qebûl bike yan na, bi dawîhat.

 Gelo ev baweriya mitleq û piştgermiya xelkê bi Nêçîrvan Barzanî ji ku tê? Ji bo em bikaribin bersiva vê pirsê bidin gereke em hindekê vegerin bo başve û em li ser tecrûbeya Nêçîrvan Barzanî ya di warê serokatîkirina hikûmetê û îdarekirina welête rawestin.

 Piştî şerê navxweyî yê di navbera her du partiyên mezin yên başûrê Kurdistanê, PDK û YNKê de ku di sala 1996ê de bi dawî hatî, du hikûmet yan jî em bêjîn du îdareyên birêvebirina başûrê Kurdistanê hatin pêkanîn, îdareya Silêmaniyê di bin kontorla YNKê û îdareya Hewlêr û Duhokê di bin kontrola PDKê de bû. Ev rewşa jihevdûrketin û veqetiyana başûr heta sala 2006ê berdewam kir. Di 21.01.2006ê de rêkeftina stratejîk di navbera PDK û YNK hat îmza kirin û biryar hat dan ku hikûmeteke mişterek, hikûmeteke yekgirtî bê avakirin.

 Di 07.05.2006ê de li gor rêkeftina stratejîk, hikûmeta yekgirtî ku ji 41 wezîran pêkdihat, hem abêje ji hemû partî û aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê tê de cî girt, hat avakirin û Nêçîrvan Barzanî bû serokêwezîrê hikûmeta yekgirtiya hemû başûrê Kurdistanê û kabîneya pêncem avakir.

 Ji van çeng rêzên li jor bo me eglek baş zelal dibe ka di çi rewş û qonexeke aloz de, Nêçîrvan Barzanî serokatiya hikûmeta Kurdistanê wergirt. Nêçîrvan Barzanî bixwe di  gotara minasebeta bidawîhatina kabîneya pêncem de, 28 çirîya pêşîna 2009,  dibêje:

 –  Di meha gulana sala 2006ê de yekem kabîneya yekgirtîya hikûmeta herêma Kurdistanê hat avakirin. Di yekem civîna civata wezîran de, min li tevaya pêkhateya kabêneyê nêrî, min li sîmayê (serûçav) wezîrên birêzên kabîneyê bi hûrî nêrî, ji sedema rewşa salên borî, heta wê demê jî diyar bû ku, wan bawerî bi hev du nebû. Ji ber vê yekê yekem pêngav û xebata me ji bo dirustkirina baweriyê û lihevnêzîkirina dîtinên cihê bû.

 Ji van gotinên Nêçîrvan Barzanî baş diyar dibe ka wî ji bona ku, şûnewarên şerê navxweyî û şûnewarên du îdareyîyê li herêma Kurdistanê ji nav bibe, aliyên dijber li hevnêzîk bike û baweriyê dinavbera wande peyda bike çend xwe westandiye, çend enerjî jê re daye.  Helbet eger serokekê xwedî karzîme ne be, mistehîle di wezîfeyeke wusa kompleks de serbike ve. Bi taybetî ku kabîneya pêncem ji 41 wezîran pêk dihat û vê yekê jî pêtir barê ser milên serkwezîr hêj girantir dikir. 

Her di heman gotara xwe de Barzanî behsa vegerandina baweriya gel bo hikûmeta yekgirtiya Kurdistanê dike û dibêje:

 –  Çespandina baweriya hevwelatiyên ezîz bi hikûmeta wan ku, yekenîn car e di dîroka Kurdistanê de saziyên qanûndananê, cîbicîkirin û dadweriyê bo hukimdariya xweîdarekirinê tên avakirin

 –  Cihê şanaziyê ye ku di dema sê salên kabîneya pêncem de me pirsên weke; yekgirtina du îdareyan, pêkanîna emin û îstîqraê, pêşxistina têkeliyan li gel welatan, baştirkirina jiyana hevwelatiyan, pêşkeşkirina xizmetên pêwîst û hinartina petrolê misoger bikin.

 Yek ji sedemên din ku, gel bi hatina Nêçîrvan Barzanî kêfxweşe û hêviyeke bê sînbor pê heye, ew ku di dema serokwezîrtiya wî de, şoreşeke abûrî li herêma Kurdistanê serîhilda û di hemû waran de û bi lezgînî Kurdistan pêşket û rewşa jiyana gel ber bi başiyê ve çû.  Nêçîrvan bixwe dibêje:

 –  Me çend buha û destkeftiyên manewî weke; vegerandina emin, aramî û dilrehetiyê bo kurdistaniyên xweştivî bidest xistin û xebatên bê rawestan ji bona danana esasê jêrxaniya (infrastruktura) jiyanê li Kurdistanê, dana.

 –  Tu wezîfe ji wê yekê giringtir nebûn ku gelê me bi aramî û asodeyî bijî, parastina mal û canê hevwelatiyan wezîfeya giring a ser milên me bû. Mixabin, Îraq ber bi şidetê û kiryarên terorîstî û xûnrijtinê diçû, lê bi kêfxweşî ve herêma Kurdistanê mînaka îstîqrarê û tecrûbeya geşa aşitî, biratî û pêkvejiyanê bû û divê her bi vî awayî bimîne. 

Nêçîrvan Barzanî xwedî  karîzme û tecrûbe ye. Ew ji malbatekê tê ku jiyana wê hemû di nav xebat û tekoşîna bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de terxan kiriye. Xebata malbata wî, ji bo wî serweriyeke û wî ji bo xizmetkirna hevwelatiyan gerimtir dike. Li dor vê yekê ew bi xwe dibêje:

 –  Gelek baş tê bîra min ku di dema destpêka îlankirina kabîneya yekgirtiya hikûmetê de, min soz ji gelê Kurdistanê re da ku divê bi hemû awayî ji bo pêşkeşkirina xizmetê û misogerkirina jiyaneke baştir bo hevwelatiyan bixebitîn û xemsariyê nekîn. 

Ew tîn û germa me ya ji bo xweşkirina jiyana hevwelatiyan ji bav û kalên me bo me maye, wan ji bona em serferaz bijîn xebat kir û qurbanî dan.  Ji bo min jî cihê şanazî û serferaziyê ye ku bi wê hedefê min xizmeta xelkê xwe li herêma Kurdistanê kir.

 Nêçîrvan Barzanî di gotara minasebeta bidawîhatina kabîneya pêncem de, 28 çirîya pêşîna  2009,  dibêje:

 –  Di demekê de ku ez postê  serokwezîrîyê bicih dihêlim, ez bi hêviyên bilind li paşerojê mêze dikim û dibêjim: Ev destpêka avakirina hêviyeke geştir e, di vê yekê jî de ez pişta xwe bi tecrûbeya xwe ya rabirdu dibestim ku, di sala 1996ê de bo cara yekê postekê hikumî, weke cîgirê serokwezîr, min wergirt, piştî wê jî di kabêneya çarê de weke serokwezîrê hikûmeta herêmê û di sala 2006ê jî de weke serokwezîrê kabîneya pêncê a hikûmeta herêmê kar kir. Di vê demê de ez hînî gelek tiştên jêhatî û ciwan bûm. 

Vaye Nêçîrvan Barzanî bi hêviyên mezin vedgere û ev veger wê bibe destpêka avakirina hêviyeke geştir.

Nasrat Hacî

19.01.2012

 

Back to top button