Polîtîk

Partiyek muhafazakar kurdî tê avakirin

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, muhafazakarên demokrat li Bakurê Kurdistanê partiyeke Îslamî û Kurdistanî ava dikin. Pêşî wê însiyatîf ava bibe û piştre ev însiyatîf wê xwe veguherîne partiyeke siyasî. Ji bo serokatiyê navê Altan Tan derbas dibe.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, derdorên muhafazakar û demokrat wê partiyeke muhafazakar a Kurdistanî ava bikin û kes wê  ne weke sazî û dezgeh lê wê weke şexs û takekes tevli vê însiyatîfê bibin. Heta niha ji bo vê însiyatîfê 3 civîn hatine li dar xistin. Di civîna dawî ya mehek şûnde wê însiyatîf bi awayekî fermî avakirina xwe îlan bike û ji raya giştî re eşkere bike. Li gorî pêşnumeya ku Rûdawê bi dest xist, di navê însiyatîfê de wê peyvên “Îslam” û “Kurdistan” cih bigrin. Piştî xebata demekê, wê însiyatîf xwe fesih bike û bibe partiyeke siyasî. Bi awayekî prensîbî biryar hatiye girtin ku di navê partiya siyasî de jî peyvên “Îslam” û “Kurdistan” hebin. Însiyatîf wê digel doz û îhtîmala girtina partiyê jî dest ji peyva “Kurdistanê” bernede û vê peyvê ji rêziknameya xwe dernexe.

‘Çavkaniyên Kurdistanê aydê Kurdan in’

Ev partiya muhfazakar-kurdistanî hemû ol, mesheb û cûdatiyên din jî weke dewlemendî dibîne û hebûna van cûdatiyan yek ji ayetên Xwedê nas dike. Însiyatîf û partî wê hewl bide ku fikr û ramana Îslam û Kurdistanê li seranserê Bakurê Kurdistanê belav bike û ehlaqeke “Îslamî û Kurdistanî” ava bike. Ji ber vê yekê di pêşnumeyê de tê gotin ku navê vê erdnîgariyê “Kurdistan” e û ew ê bi Ereb, Tirk, Ermen, Sûryanî û gelên din re jî di nava rêz û hurmetê de bijîn. Însiyatîf û partiya muhafazakar wê bi hişyariya “Tirkan çavkaniyên xwezayî yên Bakurê Kurdistanê mêtine” û banga xwedî derketina li van çavkaniyan jî li gel bike. Her wiha wê careke din perwerdehiya di medreseyên Kurdan, cemxane û tekeyan de bînin rojevê û ji bo eşkere- û ronîkirina qetlîamên Agirî, Zîlan û Dêrsimê jî raya giştî ava bikin. Kesên ku însiyatîf û partiyê ava dikin, di wê baweriyê de ne ku Komara Tirkiyeyê ji bo Kurdan perçe bikin û yekîtiya Kurdan xira bikin, Kurdan weke elewî-sûnî, milî-îslamî, kurmanc-zaza bi nav dikin û ew ê li dijî vê ferasetê têbikoşin. Însiyatîf yan jî partiya ku ava dibe, mafê xweserî, federasyon û serxwebûnê ji gelê kurd re rewa dibîne û ji bo bidestxistina van mafan jî wê têbikoşe. Tişta herî girîng jî, ev însiyatîf û partî wê hemû xebatên xwe pirranî bi zimanê kurdî bimeşîne.

Ji bo serokatiyê navê Altan Tan derbas dibe

Partiya ku wê bê avakirin xwe alternatîfa partî û rêxistinên din ên Kurdan nabîne û hebûna wan jî weke dewlemendî dibîne. Li gor kesên ji xebatên vê partiyê haydar, yek ji daxwazên avakerên vê partiyê ewe ku ev partî û partiyên din ên Kurdan bikaribin li ser heman bingehê bên ba hev û îtifaqan, xebatên hevpar pêk bînin. Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistin, piştî partî ava bibe, wê Altan Tan ji BDPê îstîfa bike û bibe serokê vê partiyê. Lê eger pirsgirêkek derkeve û Altan Tan vê yekê qebûl neke, wê çaxê wê ji bo serokatiyê pêşniyar ji Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlumderê Şeyhmus Ulek re bê kirin. Di meseleya avakirin û serokatiya partiyek muhafazakar-kurdistanî de, gellek caran behsa siyasetmedarê kurd Haşîm Haşîmî jî tê kirin – Rûdawê jî behsa vê yekê kir – lê li gor agahiyên ji derdorên haydar, navê Haşîmî ji bo serokatiya vê partiya ku wê bê avakirin nayê behskirin.

Back to top button