Hevpeyvîn

Rojên Beşar Esed û rejîma wî jimartî ne

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyareke Yekîtîya Ereb roja Pêncşemê bi pirtirîya xûrt ya dengan qebûl kir. Pêşnîyar bang li Serokê Sûrî Beşar Esed dike ku desthilatê demûdest berde û her wiha zêdegavî û binpêkirinên mafên mirovan ya rejîma wî jî şermezar dike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê, endamê Encumana Niştîmanîya Kurdî li Sûrîyê Kamîran Haco vê biryara Neteweyên Yekbûyî dinirxîne.

Haco dibêje, gaveke pir girîng e ku Neteweyên Yekbûyî ev biryar stand. Ev biryar nîşan dide ku rojên Beşar Esed û rejîma wî jimartî ne.

Ji bo guhdarî kirina vê hevpeyvînê:

 

(Voa)

Back to top button