Polîtîk

Başbuğ rêvebirê Ergenekonê Ye

Serokê Sererkaniyê yê berê Îlker Başbuğ di 22yê Adarê de wê derkeve pêşberî dadger. Tê zanîn ku hin malper di bin serokatiya sererkaniyê de hatibû ava kirin û bi van malperan, li dijî hikumetê propagandaya reşkirinê hatibû meşandin.

Ji ber van îdiayan, derheqê Başbuğ de doz hatibû vekirin. Dosyaya Başbuğ  û ya serbazên ku di bin emrê Başbuğ de dixebitîn, hat yek kirin. Îlker Başbuğ niha, bi teşebûsa derbê û rêvebirê rêxistina terorê,  tê sucdar kirin.

Dîroka darazandina serokê sererkaniyê yê berê Îlker Başbuğ diyar bû. 13’emîn Dadgeha cezayê giran ya İstanbulê, doza andica înternetê û ya mudaxeleya demokrasiyê, kire yek.

Hinceta vê biryarê jî, pêwendiya hiqûqî û fîîlî ye. Doz, di 22yê adarê li Silivriyê wê bê dîtin. Derheqê İlker Başbuğ de, ji ber sucê ji holê rakirina hikumetê 22 sal û ji ber rêvebirê rêxistina çekdar jî, cezayê hepsa giran ya muebet tê xwestin.  Di doznameyê de, tê îdia kirin têkilîya İlker Başbuğ bi rêxistina Ergenekonê re heye. Ev îdia di doznameyê de wiha derbas dibe: Tê fêm kirin ku gumanbar endamê rêxistinê ye û di nav sererkaniyê de, rêvebirê herî bilind yê rêxistina Ergenekonê ewe.

Dozgerî, xwe parastina Başbuğ ya wekî “min hemû malper girt” jî, wekî tevgera ji holê rakirina delîlan nîşan da. Derheqê Başbuğ de îdiayek din ya balkêş jî, mudexaleya demokrasiyê ye.  Di doznameya dozê de wisa tê gotin: “hemû tevger di bin qontrala wî de bû.  nûnerê fermî yê ilker başbuğ, fermandarê hêzên bejayî orgeneral işik koşaner bû. hasan iğsiz dikaribû ji koşaner destûr dixwasta û lêpirsîn vekira. wê demê ilker başbuğ li derveya welêt bû. hasan iğsiz li wî geriya û destûr xwest. ev hiyararşiyek derveyî qanûn ya wekî rêxistinekê nîşan dide.”

Û gotinên Îlker Başbuğ yên derbarê lêpirsînan de…  Gotinên Başbuğ, di çerçoveya armanca rêxistinê de weke tevgera dezenformasyonê hat nirxandin. Hat dest nîşan kirin Başbuğ nasnameya xwe ya fermî, ji bo baweriya van peyvan bi kar aniye. 

 

(Xeberenkurdi)

Back to top button