Polîtîk

Parlementoyê propagande bi kurdî qebûl kir

Enqere – Doh di parlementoya Tirkiye de li ser guhertina qanûna hilbijartinan gengeşeyên germ hebûn. Ev gengeşe heta derengê şêvê berdewam kir. Guhertina qanûna hilbijartinan teklifa Ak-Partiyê bû. Minaqeşe bi awayekî normal berdewam dikira. Dema behsa ku, bi kurdî mirov dikare di hilbijartinan de propaganda bike hat kirin. Mineşqeşe di cih de germ bû. Kathijmêr 2-ê berê sibehê li ser vê xalê minaqeşeyen germ hatin kirin.

Parlementerên CHP û MHP pêşniyar kirin ku,da ev xala ku propaganda kurdî serbest dike ji nav qanûnê derkeve. Wan gelek bi tundî Ak-Partî di vî warî de rexne kirin. Lê Ak-Partiyê pêşniyarên CHP û MHP-ê qebûl nekirin. Li gora guhertina hatî kirin , di hilbijartinan de ji bilî zimanê Tirkî bi zimanên din yên herêmî jî, wê propagande bikaribe bête kirin. Ji berî niha li gora qanûnê mirov dikariya bi tenê zimanê Tirkî propagandeyê bike û zimanên din qedexe bûn.

Back to top button