Barzanî careke din bi lîsteyên kurdistanî re civiya
Doh serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo cara duyemîn digel lîsteyên serkeftî yên herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de tevî ku tekîd li ser mijarên civîna bihûrî hate kirin, biryar li ser du xalên din jî hate dayîn.
Di civînê de biryar li ser pêkanîna du komîteyan hate dayîn.
– Yek ji wan komîteya ji bo nirxandina ew bernameyê serokê herêma Kurdistanê, ji bona diyarkirina mekanîzmeke minasib û ewlewîyatên xelkê Kurdisanê ji bo gotûbêjkirina bi aliyên din yên siyasyên îraqî re, pêşkeş kirî.
– Navbera her çar lîsteyên kurdistanî de (Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, Goran, Yekgirtiya Îslamî û Komeleya Îslamî) komîteyek hevbeş ji bo gotûbêjên digel lîste û qewareyên siyasî yên Iraqê ji bona vakirin ahikûmeta nû a Îraqê bê pêkanîn.
Ev Daxuyaniya Bi Navê serokatiya Kurdistanê ye.
Berî nîvroya îro sêşem 06/04/2010 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên aliyê siyasiyan û lîsteyên Kurdistanê ku beşdarî li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê kirin û li hilbijartinê da serkeftin civîneke giring li gel wan encam da. Li civînê de guftûgo di derbarê pêşxistina grupên siyasî ya li piştî hilbijartinê û yek helwestiya Kurd li beramber qonaxên nû û çawayiya danustandina li gel lîsteyên dinê Iraqê hate kirin. Li dawiya civînê de biryar li ser van xalên li jêr hate dayîn:
1- Destnîşan kirina şandekê ji bo danustandina li gel aliyê siyasiyan û lîsteyên serketiyên dinên Iraqê bi mebesta damezrandina Hikûmeta nû ya Iraqa Federal.
2- Ji bo nirxandina wê bernameya ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir damezrandina lîjneyek ji bo gûftûgo kirina li gel aliyên siyasiyên Iraqê di derbarê diyar kirina mekanîzmeke guncaw û ewlewiyata xelkê Kurdistanê.
Berdevkek bi navê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr
06.04.2010