Polîtîk

Îran Cîhanê tehdît dike

Nûnêrê  wezareta derve ya Îranê, di daxûyaniyek ya xwe de dibêje ku, Tehran amade ye ligel welatên mezin yên cîhanê danûstandinan bike.
Ajansa fermî ya Îranê ragihand ku, nûnêrê  wezareta derve Ramîn Mêhmanperist dibêje: Îran amade ye danûstandinan bike. Lê da xuyankirin ku, divê pişniyarên Îranê li berçav bêne girtin. Sala bûrî Îranê hinek pêşniyar pêşkêş kirîbûn.

Ev pêşniyar ji bo komiteya endamên civata Neteweyên Yekgirtî hatibûn kirin ku, ev komîte ji welatên wek, Amerîka, Rûsya, Çîn, Frensa, Brîtanya û Almanya pêk tê.

Ji aliyekî din ve, Alîkarekê bilindê Rêberê Ruhanî yê Îranê, Ayatollah Ali Xameneyî dibêje: Eger êrişek  li dijê Îranê bite kirin, wê ew jî êrişê bibin ser Îsraîlê.
Herweha li gora nûçeya ajansa fermî ya Îranê, nûnerê Ayatollah Xameneyî  yê berpirsê hêzên pasdaran Mocteba Zolnur  jî di daxuyaniyekî de ragihand ku,eger êrîşek bi her awayekî bête li ser Îranê, dê Îran bi giranî êrîşê Îsrailê bike.

Back to top button