Berpirsê jenosîda Ermenîyan dewleta Osmanî-Tirk e
Min li ser pirsa Ermenîyan di dema borî da gelek caran raya xwe eşkere kir. Berî hertiştî di pirtûka min a li ser dîrokê, “Kurd û Kurdistan” da li ser vê pirsê dûr û dirêj sekinîm, him behsa pêvendîyên Kurd û Ermenîyan kir, him jî li ser bûyerên 1892-94 û 1915 sekinîm. (Kurd û Kurdistan, rûpel 415-438 û 479-504). Her usa van salên dawî jî min çend caran li ser vê babetê raya xwe nivîsand. Wek ev sê makaleyên min ku di malbera Dengê Kurdistan’da bi Tirkî derketîn:
Ermeni Soykırımı ve Orhan Pamuk Olayı – 2004 (Jenosîda Ermenîyan û Bûyera Orhan Pamuk);
Bir Kez Daha Ermeni Sorunu Üzerine -2006 (Careke din li ser pirsa Ermenîyan);
Onlar Yalnız Ermenilerin Değil, Kendi Halklarının da Düşmanı – 2009 (Ew ne tenê dijminê Ermenîyan in, lê her usa jî dijminê milletê xwe ne).
Bi raya min, tiştê ku di salên 1915 da li dijî Ermenîyan çêbû jenosîd e; ango komkujî ye, curmeke dijî mirovetîyê ye. Kurdê me jê ra dibêjin “terteleya fillan”. Wê demê hejmarê Ermenîyan di nav sînorên Dewleta Osmanî da, ku piranî lî Anadol û Kurdistanê bûn, dora 1,5-2 mîlyon bû. Piştî vê komkujîyê nêvîyê wan hatin kuştin û ewqas jî koçber bûn, ango terkî welat kirin. Piştî vê komkujîyê li Anadol û Kurdîstanê gelek kêm Ermenî man. Beşekî wan dînê xwe guhartin, di nav Tirk û Kurdan da helîyan. Beşekî wan li Îstembolê civîyan. Lê piştra, ji ber neheqî û tirsê, wek romîyan, piranîya wan jî Îstembol terk kirin û çûn…
Berpirsîyarê vê jenosîdê hukumeta Îttihat û Terakkî ya Osmanî-Tirk e, ku di dema şerê pêşîn da li ser hukim bû. Bi taybetî Enver, Talat Cemal paşayan û hevalên xwe… Vê hukumetê biryara qirkirina Ermenîyan girt û bi destê çerxa dewletê ya mulkî û eskerî bi cî anî. Ango mihafiz (walî) û qaymeqamên wê, paşa û zabitên ordîya wê li hemû bajaran ji bo vî curmî seferber bûn. Di qetlîamê da berî hertiştî esker bi kar anîn. Li hin cîyan mehkûmên hepsê berdan û ew jî di qetlîamê da bi kar anîn… Li hin cîyan jî sîwîlên xirab jî bi kar anîn ku ew bi navê Misilmanîyê dijî “filleyan” hatin kişkirin, her usa jî çavê wan li mal û milkê Ermenîyan bû… Di nav wana da helbet Kurd jî hebûn. Digel vê, li hin cîyan eşîr û serokên Kurdan cîranên xwe yên Ermenî veşartin, ji êrîşên dewletê parastin.
Belê, di dema wê şer û tevlihevîyê da hin Kurdên xirab jî derketin û ji ber serhişkî û ji bo menfeeta xwe zirar dane cîranên xwe yên Ermenî, tevî vê curmkarîyê bûn. Helbet em merivên usa naparêzin, curmê wan venaşêrin û wek Kurd ji kirinên wan fedî dikin. Lê mirov nikare Kurdan wek milletekî, yan gelekî ji bo vê jenosîdê gunekar bike. Ji ber ku biryar biryara hukumetê ye, hukumet jî ya dewleta Osmanî-Tirk e, her usa jî ev hukumet bi îdeolojîya xwe Tirkperest û nijadperest e. Kurd wê wextê ne dewlet bûn, ne jî hukumet. İro jî hîn di bin bandûra dewleta Tirk da ne û zulm û neheqîyeke mezin dibînin.
Ew Îttihatçîyên Tirkperest û nijadperest her usa jî dijminê Kurdan bûn. Piştî tertela Ermenîyan, êrîşa leşkerê Ûris li ser herêmê kirin mane û 700 hezar Kurd bi taybetî ji mintiqa Serhedê koçber kirin û di rêyan da ji ber serma û birçitîyê piranîya wan qir bûn.
Kurd û Ermenî bi sedsalan, heya bi hezaran salan li vê heremê wek cîran jîyane. Tu car di navbera wan da dijminahîyeke usa çênebûye. Ger ew plana hukumeta Osmanî ne bana dîsa Kurd û Ermenî ne dihatin himberî hev û ew kesên xirab ku ji nav kurdan derketin, cesaret ne ditîn wan xirabîyan bikin.
Hîn berî Şerê Pêşîn ê Mezin jî, dewleta Osmanî, bi taybetî Sultan Evdilhemît, sîyaseteke gelek xirab ajot, da ku Kurd û Ermenîyan dijî hev bi kar bîne. Alayên Hemîdîyê jî projeyeke Osmanîyan bû ku Kurdan wek Qozaxên Ûris bi rêz bikin û di şerên xwe da bi kar bînin. Wan alayan him zirar dane Ermenîyan, him jî dane Kurdan. Wê demê jî, dewleta Osmanî hewl dida xirabîyên xwe yên dijî Ermenîyan bike ser milê Kurdan. Çawa îro jî curm û gunehên Îttihat û Terakkî nabînin, êtiraf nakin, lê dixwazin Kurdan gunekar bikin. Divê Kurd di vî warî da hişyar bin.
Bi xulasa, ev curma ku bi destê hukumeta Îttihat û Terakkî dijî Ermenîyan pêk hat jenosîd e, ango curmekî dijî mirovetîyê ye. İro hemû dinya behsa jenosîda Ermenîyan dike û vê kiryarê mehkûm dike. Helbet ev li cî ye. Lê dewlet û hukumeta Tirk heya îro ev curm înkar kir. Eva ne helwesteke rast e, lê gelek xirab e. Tiştê ku dikeve ser milê hukumet û dewleta Tirk ev e ku vê curmê êtiraf bike, curmkaran mehkûm bike û ji xelkê Ermenî ozra xwe bixwaze. Çawa ku hukumet û berpirsîyarên Elman yên îro, bi xwe curmkar nebin jî, ji bo kirinên Nazîyan dijî Cuyîyan ozra xwe dixwazin.
Lê dewleta Tirk ji rastîyên dîroka xwe direve.
Helbet, dewlet û hukumeta Tirk ne ku tenê curmên dijî Ermenîyan, yên dijî Kurdan jî qebûl nake. Tiştên ku dijî Kurdan hatine kirin, piştî berxwedanên Şêx Saît, Girîdax û Dêrsim ew jî komkujî ye, jenosîd e. Kar û xebata vê dewletê ji bo windakirina ziman û çanda Kurdî jî jenosîda çandî ye.
Ev helwesta dewleta Tirk ku gunehên xwe yên berê nabîne û poşmanîya xwe nîşan nade ji bo wan, gelek xirab e. Dewleteke usa xuya ye van curman li cî dibîne. Dewleteke usa bi vê aqlîyetê, bi vê sîyasetê dikare îro jî xirabîyên hanê ducar bike û dike jî.
Kemal Burkay