Îro Bexda hejiya

Bexda – Îro Bexda bi encama teqînan hejiya. Li gora agahdariyan ji vê sêbê ve 6 teqînên mezin, li cihên cuda yên Bexdayê çêbûne. Di encama van rêze teqînan de, 39 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 100 kes jî birîndarin.

Di encama van teqînan de hinek xanî hatin hilweşandin û gelek kes man di bin xaniyan de. Ji ber vê yekê jî ihtimala hêjmara miriyan zêde bibe heye.

Di derbare van teqînan de, fermandarê hêzên polîsên Bexdayê ragihand ku;  Îro çar otomobîlên bombekirî li devera Şoêlê û Salihiyê hatin teqandin.Piştî van teqînen li devera  Cikok û çar rêyana taxa Amil du bombeyên çandinî teqîyan . Yên jiyana xwe ji dest dayîn xelkên sivîlin.

Nerîna min :