Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li şandeke Almanî kir

Li hevdîtinê de, birêz Philip Mîsfêlder bi vê serdana Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe derbirî û ji bo vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku ev serdan bibê dema pêşxistina pêwendiyên hemû warên di navbera Herêma Kurdistan û Almaniya. Her wiha spasî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya kir li handana wan Kurdên ku hevwelatiya Almanî heye li piştgîrî kirina wekî berbijêrê Partiya Demokrata Mesîhî ya Parlemena Almanya û ew piştgîrî kirin jî, ji aliyê wan Kurdane ku mafê wanê dengdanê li hilbijartinên Parlemena Almanya de hebû bi bilind nirxand.

Philip Mîsfêlder, tekîd li wê yekê kir ku wekî endamê Parlemena Almanya li piştgîrî kirina doza rewaya gelê Kurdistanê û li hemû rêwresmên taybetiyan û her wiha li Parlemena Almanya da roleke berbiçav dibînin, neku her bi axaftin belku bi kiryar û ji bo vê mebestê jî pêşniyara dirust kirina grupeke dostayetiya Kurd û Almanya li nav Parlemena Almanya da kir bo ku rola xwe li pêşxistina pêwendiyan de bibînin û dûpat jî kir ku pêwendiyeke dostane li navbera Herêma Kurdistan û Partiya Demokrata Mesîhî ya Almanya heye. Ew partî jî dixwaze wan pêwendiyan berev pêştir bibe û ji bo serdaneke fermî ya Almaniya bangehêştî Serok Barzanî jî kir.

Serok Barzanî ji bo van nêrînan spasî birêz Philip Mîsfêlder kir û tekîd li wê yekê kir ku pêwendiyên Herêmê û Almanya li ser hemû astan de kevine û hêvî xwest ku pêwendiyên aboriyên her du aliyan xurttir bibe û ji bo kompanyayên Almaniyan gelek asankarî bikin bo ku rola xwe li pêşxistin û avadan kirina Kurdistanê da bibînin.

Her wiha nirxandina rewşa siyasî ya Iraqê, bi taybetî piştî hilbijartin û sedema hevpeymanî girêdan û awayê Hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button