Parlamentoya Birîtaniyayê û biryareke dîrokî
Parlamentoya Birîtaniyayê di civîna xwe ya roja 28.02.2013ê de kîmiyabara helebceyê û enfalkirina gelê kurd bi fermî weke jênosîda nas kir û daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir ku, ew jî bi heman awayî wê pirsê weke jênosîda nas bike.
Li dor vê biryara parlamentoya Birîtaniyayê, Nazim Zehawî parlamenterê Birîtaniyayê yê esil kurd dibêje ku, ji sedemê wan karesatên rijêma Sedam Hisên bi serê gelê kurd anîne zêdetir ji milyonek hevwelatiyên kurd hindan e:
– Tu mehkemeyên navdewletî ji bona lêkolîna tawanên jinavbirina gelê kurd heta nuha nehatine pêkanîn. Heta nuha tu kampaniyayên navdewletî ji bona ew kesên ew tevkojî li dijî gelê kurd kirine bên mehkeme kirin nahtîne pêkanîn. Hikûmeta Birîtaniyayê ew kiryarên Sedam û efserên wî li dijî gelê kurd encam dane bi jênosîda nasnekiriye, ev yek divê bê kirin.
Wezîrê dewletê bo karûbarên Rojhilata Navîn yê hikûmeta Birîtaniyayê Alester Bert di civîna parlamentoya Birîtaniayayê de ya taybet bi naskirina jênosîda gelê kurd got:
– Heta nuha jî em di wê baweriyê d ne ku, hikûmeta me nikare vê pirsê nas bike. Lê hikûmeta birîtanî hevxem û hevsize digel wan karesat û malwêraniyên di civînê de hatine behis kirin.
Beyan Samî Ebdulrehman nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Birîtaniyayê li dor biryara parlamentoya Birîtaniyayê ya bifermînaskirina jênosîda gelê kurd dibêje:
– Ev biryara parlamentoya Birîtaniyayê ya bi fermînaskirina jênosîda gelê Kurdistanê, pêngavek dîrokî ye û dê bibe sedemê ku têkeliyên her du gelên kurd û birîtanî bikevin di qonaxeke nû de. Herwesa ev biryar dê ji bo qurbaniyên jênosîda dilrehetiyek be ku hest bi wê yekê bikin ku, hikûmeta Birîtaniya li dijî bikomkuştina xelkê sivîl radiweste.