Ti meşrutiyeta rejima Esed nemaye

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry li Enqereye.

Kerry ji bo serdanek fermî gihat Tirkiye. Kerry Li gel wezîrê derve yê tirkiye Ahmet Davutoglu hate bahev .

Mijara bingehîn ya hevdîtinê pirsa Suriye bû.

Di derbarê pirsa Suriye de Kerry got:Em dixwazin li Suriya nû dema aşitiyê destpêbike. Divê rejima Esad tê bigehê ku hêdî kesek rê nadê ku ew bi fuzeyên Scud êrîşê bibe li ser xelkê sivîl û li gora dilê xwe cihên sivîla bombebaran bike. Rejima Esad li gel gelê Suriye zilm û zordariyê dike. Tu meşrutiyeta vê rejimê nemaye. Ji bo vê jî tu mana ku piştî vê gavê hilbijartin bêne kirin nemaye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: