CivakPolîtîk

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm

Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm Koça Dawî Kir, Serê Gelê Kurdistanê Sax Be

Welatperwerê Kurd, xebatkar û kedkarê doza azadîya Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, şeva 30.10.2020ê li Emerîkayê ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê. 

Dr.Necmedîn Kerîm  Parêzgarê Kerkûkê  ye ku bi rêya meşrû  hatîye hilbijartin. Di referandûma serxwebûnê ya 25.09.2017an de ,li Kerkûkê ji %80yî zêdetir ji bo serxwebûnê  ‘’belê’’ derketibû û di vê encamê de  ked û xebata Dr.Necmedîn Kerîm  ya birûmet roleke girîng lehîstîye. 

Herçiqas  Kerkûk û îradeya gelê Kerkûkê di roja 16.10.2017an  cereke din hate dagir kirin jî, Dr.Necmedîn Kerîm  nuha jî Parêzgarê Kerkûkê  yê meşrû ye.

Dr.Necmedîn Kerîm  ji 50 salî zêdetire ku di doza azadîya Kurdistanê de, wek xebatkar, kadro, pêşmerge, rewşenbîr, sîyasetvan û rêvebir xwedîyê ked û xebateke hêja ye. 

Em bi wefata welatperwerê Kurd Dr.Necmedîn Kerîm  xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be. Sersaxîyê ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên xedê jê razî re dixwazin. Serê gelê Kerkûkê û serê hemû gelê Kurdistanê sax be.

31.10.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button