Li nîvê şevê

Li tenêtiya nîvê şevên bi tirs û endîşeyên sersem di odeya xwe ya bêdeng de rûniştibûm. Șewqa finda melûl li navbêra çar dîwarên odê direqisî û min li nav ramanên deryaya xemên kûr avjenî dikir.

Bêhntengiyê henasa giyanê min radipêça. Çar dîwarên odeya keservedanê li min bibûn zilmxane. Ez bibûm dîlgirtiyê hundirê xwe yê ji kulên bîranînan şewitî. Bi awirên vala li derdora odeya xwe ya sar digeriyam. Gelek tişt di awirên min ên mesûm de bêwate dixuyan. Mêjiyê min li nav ramanên tevlihev gêj dibû.

Kêliyên radibûm ser piyên xwe jî ji wî dîwarî diçûm dîwarê din, tu dibêjî qey min rinda xwe ya kezîzer û çavşîn windakiribû. Min destê xwe dibir ser eniya qurmiçî û diguvişt. Min dixwast tûrikê bi bîranînên xemkêş hatî dapisandin, ji mêjiyê xwe vala bikim û bavêjim. Bi pêçiyên lerzok min çavên xwe yên bi keder û kelegirî mizdida. Çarşeveke reş ketibû ber şewqa awirên min yên hesretkêş û min dixwast veçirînim. Ji ber kul û kederên temenê jar por li min spî û têkilhev bibû. Janêşa bêçare û bêderman hestên şên û şeng tarûmar kiribûn. Taya mirinê ketibû bedena min.

Wek civîkên ku ji ber hêlîna wêranbûyî pûrta canê xwe birûçikînin, min jî carnan mîna dînan di mûyên porê serê xwe re digirt û dişeqand. Tîrêjên şewqa finda odeya min wek agirpêta eşqa nava dilê min bû, wek kelkela şewata kezeb û cîgerê min bû. Tembûra bi dîwar ve dardekirî wek stûyê min bi sêdarê ve hatibû daleqandin bû. Stranên min lal û bêxwedî ma bûn. Dilê li min zîz bûyî di nava xeyalên min de bi kutekut diperpitî. Çêja arezûyên jiyana xweşik li ber toza felekê berba bibûn. Kul û birînên hinavên demsalên min dinalîn. Movikên pişta salên reben şikestibûn.

Li xerîbiya xopan bêhna xwekuştinê ji pozê min difûrî. Xençereke kuh di qefesa min ya qelişî re çûbû xwarê. Li nav axîn û gazinan di hilma dûmanê cixarê de qirik li min difetisî. Li ber pencera bendemanê radiwestiyam û min li dengê peşkên barana nîvê şevê guhdar dikir. Çipçipa çilkên baranê li ser cama hilmgirtî deng vedidan. Xwêdana xemgîniyeke kambax ji eniya qurmiçî diniqutî. Rondikên lal ji çavên melûl hûr hûr dibarîn. Min serê xwe danî ser balîfa êşê û kirasê bêxewiyê xwe li bejna şeva min pêçabû. Li nav nivînan çep û rast li ser milên xwe dizivirîm.

Ji parzûna xewa min ya herimî axîn û keservedan dipalîn. Li ber nalînan mijgulên çavên min hevmaçkirin.

Xizan Șîlan

2020-10-16

Stockholm

Nerîna min :