Özkök: Xewa min nayê
Serfermandarê Giştiyê berê yê Tirkiye Hilmi Özkök li ser biryara ragirtinê Doza Balyozê nirxandinek kir û got: Aloziyên ku li welatê me tên dijîn xewa min direvîne û li ser vê yekê gelek xemgîn dibim.
Serfermandarê Gişti yê berê Orgeneral Hilmi Özkök li ser 163 tawanbarên Doza Balyozê, ji rojnameya tirk ya Hurriyetê re nirxandinek kir.
Hilmi Özkök da zanîn ku daxuyaniyên min bi şaş tên fêhm kirin û di derbarê mijarên welatê me de û di mijarên pêwîstiya aqlê selîmiyê de kêm mabû ku emê hişmendiyên xwe winda bikin. Em bûne weka alîgirên futbolê. Divê em baş û xiraban ji hev cûda bikin.
Özkök diyar kir ku li ser Doza Balyozê naxwazim biaxifim. Ew qas hemkarên me hatin girtin ma gelo mimkune ku li ser wan bûyeran hesasiyetekê me nebe ? Ger hesasiyetkê me nebe şermekî mezine.
Hilmi Özkök wiha berdewam kir: Di esasê xwe de li eniya rojavayê de guhertinek nû tineye. Divê em wiya baş fahm bikin, di nawa çarçoweyê mafên mirovan û demokrasiyê de bi awayekî xweşbînî hevûdu fêhm bikin û divê li ser mijarên herî zehmetan jî gengeşiyek bikin.