CHP pirsa kurd gengeşe dike
Nûkirina CHP-ê û taybetî pirsa kurd, di nav vê partiyê de dibe cihê gengeşê. Serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu li gel desteya serokatiya CHP-ê ji bo serdanekî du rojan diçin bajarê Kurdistanê Wanê. Li gora bernama du rojan dê CHP-ê di nav xelkê bajêr de biger û li gel dezgehên sivîl civîna pêkbîne. Herweha dê CHP konferansekî bi navê “ Konferansa Lêgerînê“ darbêxe.
Lê ji berî serdana wanê di nav desthilatdariya partiyê de, di derbarê serdana Wanê daxuyaniyên cuda têne dayîn. Kiliçdaroglu û cigirê wî Gursel Tekin (herdu jî kurdin) dibêjin ku tu ferqek ya serdana Wanê bajarek din tuneye. Yanî tu taybetmendiya vê serdanê nîne.
Lê ji aliyek din cîgirên serokê partiyê, Sezgin Tanrikulu û Hurşît Guneş dibêjin ku, serdana bajarê Wanê serdanek taybet e. Tanrikulu dibêje ji berî hilbijartina du rojan emê li Wanê pirsa kurd gengeşe bikin. Ev jî dide xuyakirin ku emê pirsa kurd wek pirsek sereke bêxin rojeva partiya xwe de.
Hurşit Guneş jî dibêje ku; emê di vê civîna li Wanê ji derê PKK-ê dîtina hemî aliyên din yên kurd bigirin û li gora wê bernameyekî derêxin holê. Herweha Guneş dibêje ev serdan wek serdana “ Vekirina Kurd“ e.
Lê Gursel Tekin dibêje ku, pirsgirêka tenê ne ya kurd e. Emê li Wanê pirsa bê kariyê û feqîriyê jî xeber bidin.
Dixweyê tişta ku Tanrikulu û Guneş dibêjin sedemê bingehine ku desteya serokatiya CHP-ê serdana wanê dike. Dê piştî serdanê sedema vê serdana taybet behtir bête zanîn.