Civak
Li Suriye binçavkirina xelkê Kurd bênavber didome
Li Suriye ji aliyê Platforma Mafên Mirovan ve beyannameyek hate weşandin û li gor vê beyannameyê di navbera tarixên 12.21.2010 û 11.02.2011’an de bi sedan hemwelatiyên Kurd hatin binçav kirin.
Hate ragihandin ku tenê li bajarên Efrîn û Helebê nêzîkî 40 hemwelatiyên Kurd hatin binçav kirin.
Li gor rapora Platforma Mafên Miravan a Suriyeyê tenê di nava 2 mehan de bi sedan Kurd ji aliyê hêzên ewledariyê Suriyeyê ve hatin binçav kirin.
Di raporê de hat eşkera kirin ku Dewleta Surî li bajarên wekê Haleb û Efrînê nêzîkî 40 hemwelatiyên Kurd hatin binçav kirin .
Wekê tê zanîn Dewleta Surî di salên dawiyê de gelek Rewşenbîr, Siyasetmedar, Xwendavan û Hunermendên Kurd binçav kirin û bi vî awayî herisendina xelkê Kurd dikin.