Cîhan

Xamaney û Gul hatin cem hev

Serok Komarê Tirkiyeyê Abdullah Gül di serdana xwe yê Îranê de bi Serokê Olî yê Îranê Ayatullah Elî Xamaney re hevdîtinek pêk anî.

Xamaney di hevdîtinê de da zanîn ku têkîliyên Tirkiye û Îranê ber bi başbûnê ve diçe. Ew jî firsatek dîrokiye. Bazirganiyên her du welat roj bi roj zêde dibe. Lê divê ew têkîliyên bazirganî jî bi hevkariya siyasî û aboriyê bimeşe.

Xamaney li ser pêşveçûyînên Misrê jî nirxand û got: Dewletên Yekbûyî yên Emerîka tevgerên ku li Misrê diqewimî li gorê berjewendiyên xwe zivirand. Xelkê Misr jî bi tevgerên DYA’ê jî hat biçûk kirin. Divê ti hêz dest li ser mijarên navxweyî ya Misrê dest neavêje û divê biryar jî di destê xelkê Misrê de bibe.

Êdî welatên Muselman bihêz dibin û tesîrên DYA û Îsraelê jî lawaz bûn. Pêwîste welatên Moselman jî li gor berjewendiyên xwe tevbigerin.

Serok Komarê Tirk jî di hevdîtinê de da zanîn ku ‘’Herêma Rojhilata Navîn di rêya gûhertinê de ye. Hêvîdarim ku ew gûhertin ji bo xelkê herêmê jî bifeyde bibe.

Di heman demê de Serok Komarê Tirk, Serokê Meclîsa Amojgarê Larîcanî ra jî hatin cem hev. Gul piştî hevdîtinan ber bi Esfehanê ve birêket.

Back to top button