Polîtîk

Ev Jitem e

Ev bi çendê salaya hayina rexistina îstixbarat a cendirma JITEM ji aliyê dewletê ve tê inkarkirin. JITEM li Kurdistanê dijî tevgera kurd bi çerçova projeyekî ku çewe tevgera kurd têkbibin û çavên kurda bitirsînin hate ava kirin. Piraniya çelekvanên  vê rêxistinê ji îtîrafçiyên PKK-ê  bûn. JITEM-ê bi hezaran kurdên welatparêz kuştin, heta niha jî ew kesên hatîn kuştin bê serûşûn windane û qatilên wan nehatine eşkere kirin.

Li ser vê yekê bi dehan kitêb hatin nivîsandin, bi dehan berpirsiyarên JITEM-ê li xwe mikur hatin ev rêxistin eşkere kirin. Niha jî gelek dadgeh di derbarên efserên JITEM-ê hatine vekirin û hinek ji wan girtîne. Wan bi xwe gelek hevalên xwe yên berpirsiyar kuştin û winda kirin. Lê hertim û heta niha jî hêzên çekdarên Tirkiye heyîna vê rêxistinê qebûl nake.

Efserê ku ev rêxistin damezirandiye rojane di vê derbarê de daxuyaniya dide û li ser ekranên televizyona behsa JITEM-ê dike. Lê hêjî dewlet qebûl nake. Ji ber ku JITEM-ê ne tenê kurd kuştine, herweha di navxwede jî gelek kes kuştine. Karê xirab kirine û heta niha jî dikin.

Eger rojek ji roja heyina vê rêxistina tarî bi awayek fermî, ji aliyê hukumetê ve li ser nave dewletê bête eşkerekirin û rastiya JITEM-ê bête zelal kirin, dê qonaxek tarî bi gelek awayan ronî bibe. Dê ev yek bi xwe pêşiya pêşveçûnê veke.

Lê kesek newêre nêzik vê pirsê ji dil bibe. Niha Arif Dogan damezerê JITEMÊ li xwe mikur tê, lê naxwazin guh bidinê. Herî dawî wek belgeyek ya heyîna vê rêxistina Dogan kartvizita xwe eşkere kir. Jitem bi biryara serfermandariya hêzên çekdar hatiye damezirandin.Di serî de hukumeta wî demî ya Tansu Ciller ji vê yekê agahdare û hemî mesrefên vê rêxistinê ji aliye hukumetê ve hatine dayîn.

Back to top button