
Partîya CHP, ku partîya Ataturk e, di dîroka xwe de jenosîdên mezin bi serê Kurdan de anîne. Jenosîdên li Dersim, Koçgîrî, Zîlan, di serhildana Şêx Saîd, Agirî û gelek serhildanên din de bi sed hezaran Kurd kujtine, zagon û makzagonên ku doh û îro Kurd pê tên kujtin û tên înkarkirin jî berhemên CHP ne. CHP bi kiryar û jenosîdên xwe di dîroka Kurdan de rûpelek reş e.
Serokê CHP Kemal Kiliîdaroglu ji ber ku Kurd û Elewî ye, heta îro jî ji alî gelek CHPî yan ve nehatiye hezimkirin û bi şik û guman lê tê nerîn. Piştî hevdîtina Kiliçdaroglu û HDP, û bi taybet di derbarê pirsa Kurd û Kurdî de axavtina wî balek mezin kişand. Heke Kiliçdaroglu karibe gotinên xwe pêk bîne û têxe jiyanê,wê ev yek di nav CHP de wek şoreşekê bê qebûlkirin. Helbet heke ne propaganda û xapandina Kurdan a pêvajoya hilbijartinê be.
Parlamenterê berê yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Osman Ozçelîk,ji çapemenenîyê re diyar kir ku berpirsiyarê sereke yê pirsa Kurd CHP ye. Ozçelîk, da zanîn ku partîya damezrêner a komarê CHP ji bo daxwazên Kurdan yên demokratîk pêk bîne nêzîkatiyek bi hêvî nîşan nedaye û got, “CHP di heman demê de afrênerê polîtîkaya asîmîlasyon û nezanîyê ye”.
Li gor Ozçelîk, têkoşîna demokratîk a Kurdan a ji bo xwedîderketina li mafên wekhevî yên wek hemû gelên cîhanê, ji ber ku hin partîyên siyasî yên li Tirkiyê li hemberî pirsgirêkê nêzîkatîyek însanî nîşan dane, pêş ketiye. Ozçelîk amaje bi wê yekê kir ku CHP di van salên dawî de ji bo qebûlkirina pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe yên çareserîyê pêş xistiye û got: “Her çendî Kiliçdaroglu bi xwe Kurd e jî, ji ber bandora rêveberîya zordar û îdeolojîya fermî ya dewletê, di nava helwestek wisa de ye ku çanda xwe jî bi rêk û pêk qebûl nake”.
“Vê carê CHP bi berpirsyarî tevdigere”
Ozçelîk, anî zimên ku pirsgirêka heyî gelekî girîng û mezin e û got, “Ji bo di hilbijartinên derbasbûyî de dengê Kurdan bi dest bixin, me dem bi dem nêzîkatîyên bi vî rengî dîtin. Mînak ji Silêman Demîrel heta Erdogan nêzîkatîyên bi vî rengî hatin nîşandan. Bi piranî ji bo xurtkirina hêza xwe û bidestxistina desteka Kurdan be jî, li ser pirsgirêkê daxuyanî dan. Lê vê carê ez wisa nafikirim. Yanî ez di wê bawerîyê de me ku wê CHP zêdetir bi berpirsiyarî tev bigere. Tevî her tiştî jî, ji bo ku ji desthilatdarîya AKP ya heyî û rejîma yek zilamî xilas bibe, ji bo ku Kurd vê demê destekê bidin Kiliçdaroglû, li gorî min guncavtir e”.
TI