Civak

50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand, îsal li seranserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin, pêşserlêdan dê di navbera rojên 27ê Adarê – 1ê Nîsanê de werin wergirtin, erkdarkirin jî dê di roja 8ê Gulanê de were kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15, bi bi giştî 50 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Mahmut Ozer eşkere kir: “Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin.”

Back to top button