Civak
Operasyonên madeyên hişber berdewamin..!
Eve demeke li Tirkiye li himber kesên di civatê de bi awayekî têne naskirin, bi mebesta karanîna madeyên hişber operasyonek berfireh tê kirin. Di nava van kesan de, hûnermend, artîst û karsazên mezin hene.
Herî dawî ji 20 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna narkotîkê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di operasyonên hevdem de li çar parêzgehan hatine binçavkirin, 17 kes hatin girtin.
20 gumanbarên ku di operasyonên ku ji hêla Daîreya Sûcên Rêxistinkirî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hatine kirin de hatine binçavkirin, piştî muayeneyên bijîşkî yên li qereqola polîsan, birin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Piştî darizandinê 17 kes ji wan hatin girtin xw rêkirin girtîgehê.


