Cîhan

Tayland û Kamboçyayê rêkeftina agirbestê ya yekser îmze kirin

Tayland û Kamboçya gihîştin rêkeftineke agirbestê ya “lezgîn” ku bi dawî li pevçûnên xwe yên sînor bînin.

Her du welatan di daxuyaniyek hevbeş de gotin, “Her du alî bi îmzekirina vê daxuyaniyê gihîştin rêkeftineke agirbestê ya tavilê, ku dê di saet 12:00ê piştî nîvro de bi dema herêmî [4:00ê piştî nîvro bi dema Hewlêrê] bikeve meriyetê.”

Peyman hemû cureyên çekan digire nav xwe û tekez dike ku “divê êrîşên li ser sivîlan, saziyên sivîl û binesaziya leşkerî û hedefan li hemû herêman rawestin.

Agirbest piştî sê rojan ji danûstandinan pêkhat; Her çend şerê dawî zirareke mezin daye jî. Li gorî hejmarên fermî, vê mehê ji her du aliyan ve zêdetirî 40 kes hatine kuştin û nêzîkî 1 mîlyon kes neçar mane ku ji malên xwe birevin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn û Malezyayê di danîna agirbestê de roleke sereke lîstin. Serokwezîrê Kamboçyayê Hon Mannet eşkere kir ku wî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re telefon kiriye da ku rêyek ji bo parastina agirbestê bibîne.

Back to top button