Civak

Operasyon û çalakî ji bo destxistina çend dengane

Çikas hilbijartinên Tirkiye nêzik dibîn, çalakiyên leşkerî jî zêde dibin.Eve demeke hêzên Artêşa Tirk li dijê çekdarên PKKê li nava Kurdistana Bakur û Başûr de operasyonên berfireh dikin. Herweha ji aliyek din li Bakur hinek çalakiyên PKKê jî zêde bûne. Di van 3 rojan de çekdarên PKKê li Dihê, Basa û Çelê bi rêya bombeyên çandî û avêtina roketan 3 çalakî kirin û di encam de 4 efsera jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûne.Herdu alî jî vê yekê ji bo hilbijartina û ji bo destxistina dengan dike. Bi awayek din çavê xelkê herêmê ditirsînin. Dewlet dixwaze bêje emê PKKê xilas bikin û ew nemane, PKKê jî dixwaze bide diyarkirin ku ew hêja hene û bi van çalakiyan heyina xwe û hêzbûna xwe dixwazin bi xelkê bidin xûyakirin.Di encamê de kurd, herêma Kurdistanê zererê ji vê yekê dibîne. Bi dehan insan , jiyana wan dibe qurbana çend dengên qirêj.

Back to top button