Nivîsar

Ji bo Îsrail ya herî baş ewe ku, cardin Erdogan bê hilbijartin

Davide LerneDavide Lerne nivîskarê rojnama Haaretz a Îsrailî ye. Lerne di rojnameyê de  makaleyek nivîsiye û di nivîsa xwe de behsa hilbijartinên Tirkiye dike. Lêrne dide xûyakirin ku, piştî bûyerên tund li ser sinorê Gazze Enqere balyozê xwe yê li Îsraîl şûnve kişand. Lê tu cara Enqere naxwaze peymana bazirganî ya duyem li gel Îsrailê têk bide. Dema bûyerên li ser sinorê Gazzayê de, Erdogan Îsrail bi komkojiya Filistîniyan tawanbar kirîbû.  HDPê jî AKP ji bo helwesta nerm li himber Îsrail bi tundî rexne kirîbû.Lerne dibêje: Partiya Erdogan AKP wek CHPê di manifestoya xwe ya hilbijartinan de nabêje, em pêwendiyên xwe li gel Îsrail bicemidînin. AKP di manifestoya xwe de dibêje“ Qudis xeta me ya sor e“ “ Gelê Filistin ne tenêye“ Lê van şîara venake û behsa naverokê nake.Lerne dibêje ku, HDPê pêşniyarek dabû parlementoya Tirkiye û daxwaz kiribû ku, hemû peymanên li gel Îsrail hatîn kirin bila bên têkbirin û tu pêwendî li gel Îsrail nemîne. Lê ev daxwaza HDPê bi dengên AKP û MHP hatibû red kirin.Rojname behsa pêwendiyên dîrokî yê dema Siltan selimê duyem , dema bazirganên cihû û yên Venedîkî li hev hatîn guhertin dike û dibêje: Siltan gotibû, ji bo erdewamiya bazirganîyê divê bazirgan serbest û azad bin. Tu pêwendiya wan pirsên navdewletîre tuneye. Bi vê yekê Siltanê Osmanlî dida xûyakirin ku, dema şer de jî divê bazirganî berdewam be.Nivîskar dibêje , ji bo vê yekê dijberên Erdogan wî rexne dikin û dibêjin: Li gel Îsrail her tişt wek xwe rêve diçe.Berdewamiya nivîsê tê gotin ku; Reqîbê Erdogan yê herî mezin berbijêrê CHPê Muharem Ince dibêje ku: Me got Erdogan li gel Îsrail pêwendiyên bazirganî qût bike, malên Îsrail boykot bike û ew pereyên we ji bo bûyera “Mavî Marmara“ ji Îsrail girtin şûnve bide.Rojname dibêje Înce, dixwest pêwendî li gel Îsrail bêne têkbirin û helwdanên Erdogan ji bo pişgiriya Filîstiniya wek gotinên valê nav dikir û got: Peymanek weşartî di navbera Erdogan û Netenyahu de heye.Li gora Haaretz dide xûyakirin, HDP û CHP li himber Îsrail gelekî bi tundî helwestê datînin. Di bernameya HDPê ya hilbijartinan de HDP îsrail bi “ pakijkirina etnîkî“ tawanbar dike û dibeje Erdogan berjewendiyên wî bazirganiya li gel Îsrail hene.Berpirsek yê HDPê ji rojnama Haaretz re axiviye û gotiye: Partiya herî tund li himber Îsrail disekine HDP ye. Helwesta Erdogan li himber Îsrailê wek şanoyekîye.Rojname di rêjahî li ser pêwendiyên Tirkiye û Îsrail û helwesta partiyên siyasî yên Tirkiye disekine û nirxandinek berfireh dike. Di dawîyê de dibêje: “Ew pisporên ku kampanya hilbijartinên Tirkiye dişopînin dibêjin : Ji bo Îsrail ya herî baş ewe ku, cardin Erdogan bê hilbijartin.

Back to top button