Dosya

Hilbijartinên ”zûdemî” û nakokên dijwar

Îlhamî Can  bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Ma gelo rûreşîya mezin nîne ku ”tifaqa Kurd û Hdp´ê” li dar neket, li hevdû nekirin? Di hêla welatperwera da, xwestin û hêvîyekî mezin çêbûbû. Dîsa hinek ”tilîyên reş, tarî û qirêj” ketin navbeynê, xerab kirin û vereşîyan. Gelo sedem çi bûn, ez dibêjim; ”avêtok bûn” û hesabên veşartî bûn.Pirsên Rojevakurd:Bi dîtina we gelo:

  • Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? 
  • Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?

3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersivên Îlhamî  Can:Yekrêzî û guncana(lihevhatina) rêxistin û partîyên bakur pir girîng û dîrokî bûn. Di qada prensîbî da, pir giranbiha û hêja bûn. Hêvîyekî çêbûbû. Lê ne tenê carekî, sed cara mixabin ku dîsa, çi yekdengî û çi jî yekrezî di navbeyna Kurda da pêk hat. Li ser xet, pîvan, sitûn û hîma, mixabin ku dîsa Kurd li hevdû nekirin. Wateya vana ew in ku; di navbeyna ”Kurdperwer û demokratxwaza” da hêjî, li ser pirsgirêka, çareserîyekî çi demî û çi jî rêbazî heye. Vana tev, tênegihîştina giraniya pirsgirêka tîne holê. ”Kurd”, hê ji doza xwe pir dûr in. Bi agahîyên vir û avêtoka û bi leyistika dileyizin, û pir hêsa tên ”xapandin”. Bi giranî jî dibêjin qey, sîyasetekî rast û durustkirî pir hêsa ye!Ma gelo rûreşîya mezin nîne ku ”tifaqa Kurd û Hdp´ê” li dar neket, li hevdû nekirin? Di hêla welatperwera da, xwestin û hêvîyekî mezin çêbûbû. Dîsa hinek ”tilîyên reş, tarî û qirêj” ketin navbeynê, xerab kirin û vereşîyan. Gelo sedem çi bûn, ez dibêjim; ”avêtok bûn” û hesabên veşartî bûn…Ma gelo ger li hevdû bikirina wê hin çêtir, baştir û xurttir nebûya? Bi vî mêjîyê newêrekîyê, neazad û neserbestîyê, tu cara tu serketinekî bi dest nakeve. Em dê hew di nava xem û xeyala da bimînin û biponijin!Xwestina welat, dewlet, serxebûn, federasyon yan jî otonomîyekî bûye ”paşvarûtî, faşîstî û nijadperestî”… û hwd. Bersiv jî amade ye; ”Em dê fenî biraya, tev gel, tev ol bi hevdû ra bijîn.” Çareserîyên van pirsgirêka jî, hew ”bi  komara-demokratîk û bi netewa-demokratîk in.” Ger weha be, bi rastî jî min ji jîyanê tu tiştekî fam nekiriye… Lê ez nahêlim ku mêjîyê min şolî bibe.Ma jin û pîrêkên Kurd weha naqîrin; ”Em Kurd in, em dengê xwe didine xwe”. Ma vêya ”xapînok” nîne, yan jî em tê nagihîjin! Wekî gotinên nijatperest û oldara;”Em û Kurd, em birayên hev in, û tu pirsgirêka Kurd nemaye. Kurd, wekî Tirkekî, Erebekî yan jî Farisekî azad û serbest in.”!Li Tirkîyê, herdû alî(tifaqa-komar/millî) jî fenî hev nijatperest in, tu ciyawazî yan jî cûdatî di navbeyna wan da tune ye. Ma kî strana ”Lê lê Edûlê”  qedexe kir, ma kî navê ”Ehmedê Xanê” binpê kir…? Li hember van tifaqa dibê ku welatperwer û demokrasîxwaz yekrêz û yekalî bibin, lê mixabin..Ma gelo trajedîyekî dinê nîne ku berdevkê Hdp´ê dibêje; ”Em dê di tûra 2. da dengê xwe bidin M. Ince(ma sedema betalkirina destnedana parlamenterên Hdp´ê û Demirtaş Chp. nîne?), yan jî pêwist bike M. Akşener (ku di dema xwe da digot; ” Ermeni dölleri”). ” Hew li vê derê daxwazekî yekalî rolekî mezin  dileyize, ew jî ”lo bila Erdogan here, lo kî tê bila were!” Ev nêrîn jî ne rast e. Di demekî ne dirêj da, me çi digot; ”Lo bila Turkeş-Evren-Çîller-Demîrel-Ecevît here, lo kî tê bila were…” Dawî çibû, em dîsa di cîyê xwe da fetilîn, tu tiştekî neguhurî… Loma yekrêzîya Kurda û demokrasîxwaza pir girîng û hêja ye. Loma di warê prensîbî da be jî, bi kêmanî, bi xwestina statuyekî wekî ”otonomîyê” jî pir giranbiha ye, û di cî da ye. Dibê ku meriv xwedîhîm be. Loma jî dibê ku, HDP di beyannameya xwe da, bi xwestina statuyekî vekirî û zelal, bi tifaqa Kurdî ra li hevdû bikirina. HDP, bi feminîst, sosyalîst, çepgir û bi Kemalîsta ra jî li hevdû dike, lê ne ku bi tifaqa Kurdî ra!? Çima???Dengnedan û boyqotkirin jî, wekî alternatîfekî xwe nade nîşandan. Helbet ev jî metodekî ye, lê ka gelo wê ji sedî çend kes tevlî vê pêngavê bibe, pir hindik… loma jî ez ne bawer im ku alternatîfekî baş e.Lê, bi tevî her rexne û neyînîya xwe, nûha, dengdana HDP´ê û S. Demirtaş pêwist e, û di cî da ye. Bi kêmanî ji sedema mexdûrîyet û nermkirina atmosfera sîyasî… Ma gelo ji bêdengîyê çêtir nîne? Xwezî me dengê xwe bidaya xwe, lê kî? Ev jî trajedîyekî ye…

Back to top button