Ahmet Gulabi DERE bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Eger AKP dîsa bibe desthilatdar ez ne bawer im tiştekê biguhere. Miqabil wê rewş xerabtir bibe. Koalisyona AKP-MHP’ê ji bo pirsgirêka kurd ti başiyekê nayîne. Lê belê eger namzetê CHP’ê Muharem Ince bibe Serokkomar dibe ku hin tişt bi awayekê erênî biguherin. Di vî warî de zêde bi hêvî nebim jî wê rewş ji ya naha hinekê baştirîn be. Pirs: Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? Bersiv: Belê divê Kurd biçin ser sandoqan û dengên xwe bikar bînin. Çendî bi dengan pirsgirêkên gelê Kurd nayên çareserkirin jî, dîsa divê Kurdên Bakur dengên xwe bikar bînin û helwesta xwe ya siyasî diyar bikin. Her Kurdekê ku neçe ser sandoqan ji bo AKP dibe fersend. AKP naxwaze Kurd dengên xwe bikar bînin (Yên ku dengên xwe didin HDP’ê) Bêguman ji derveyê Selahattin Demirtaş û HDP’ê divê Kurd dengên xwe nedin ti kesî û partiyêkê din. Çendî HDP bersiv nade hemû daxwazên gelê Kurd, dîsa jî ji derveyê HDP’ê ti partiyekê din tine.Pirs: Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?Bersiv: Eger AKP dîsa bibe desthilatdar ez ne bawer im tiştekê biguhere. Miqabil wê rewş xerabtir bibe. Koalisyona AKP-MHP’ê ji bo pirsgirêka kurd ti başiyekê nayîne. Lê belê eger namzetê CHP’ê Muharem Ince bibe Serokkomar dibe ku hin tişt bi awayekê erênî biguherin. Di vî warî de zêde bi hêvî nebim jî wê rewş ji ya naha hinekê baştirîn be. Dibe ku Muharem Ince bizanibe diyalogê bi Kurdan re çê bike.Pirs: Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersiv: Ev mijar bi helwesta dewletê ve girêdayî ye. Eger AKP-MHP bibin desthilatdar mijara pirsgirêka kurd nakeve rojevê. Lê belê eger Muharem Ince bibe Serokkomar dibe ku mijar bikeve rojevê. Lê belê mijar bikeve rojevê jî ev nayê wateya ku wê pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 2 tişt pêvîst in;
- Îradeyeke xurt ya hikumeta tirk.
- Îradeyeke xurt ya Kurdan. Ji bo vê divê di navbera Kurdan de Yekîtiyekê hebe. Divê heman îrade nûnertiya nêrîna hemû beşên civaka kurd bike.