Polîtîk

Onder: Ji bo pêvajoyê ti şert tune ye

Li ser banga serokê PKKê Abdullah Ocalan, daxuyaniyên ji pêkhateyên cuda yên rêxistinê dewam dikin.

PJAK, baskê Îranê yê PKKê jî ragihand ku ew piştgiriyê didin vê bangê. Hevserokê berê yê YPG/PYD’ê Salih Muslim jî got, “Em banga Ocalan dipejirînin. Eger destûr bê dayîn ku em weke komeke siyasî tevbigerin, em ê dest ji çekan berdin” û Serokê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî jî got ku ev bang li wan nayê kirin. Bersiva fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî ji Sirri Sureyya Onder hat pirsîn. Onder got, “Di prensîbê de her kesî vedihewîne. Struktura YPG’ê jî avahiyeke ku bi îlhama Ocalan derketiye holê. Çek tên astengkirin. Ev ji bo herkesekî derbas dibe.”

Piştî daxuyaniya Ocalan ya  ji bo PKKê ya ku gotî “Dev ji çekan berdin û bila PKK xwe fesih bike” çavê hemûyan ket ser gavên ku bêne avêtin. Parlamenterê DEM’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî got, “Qonaxa yekemîn bi serketî bi dawî bû. Ev beşa binirx, stratejîk, jiyanî, herî girîng bû. Ji ber ku her kesî îradeya xweragihand.”

Sirri Sureyya Onder di weşana zindî de rewşa heyî ya derbarê pêvajoya ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî daye destpêkirin de got: Ji bo pêvajoyê tu şert û merc nîne. Ez ji we re piştrast dikim ku ji bo vê yekê ti bazar û merc nîne. Ji niha û pê ve wê çi bibe? Ji bo pêvajo ji niha û pê ve bimeşe pêwîstî bi amûrên teknîkî, binesaziyê, hiqûqî û siyasî heye. Ev ne şertên vê pêvajoyê ne, lê pêwîstiyek in. Em ê vî welatî parçe nekin, destûr nedin parçe bibe.”

Her wiha ji Onder hat pirsîn ku di banga çekan a ku ji PKK’ê re hatiye kirin de YPG jî heye yan na. Onder got, “Di prensîbê de her kesî digire nava xwe. Ev îrade hatiye îlankirin. Werin em bi hev re biaxivin, li ser x herêman ev îrade wê çawa pêk were û bigihêjin cihekî. Bi giranî PKK’ê digire nava xwe, helbet. Ev saziya bingehîn e, avahiya ku wî ava kiriye.

Back to top button